Konferansa Kurd di roja duyemîn de ye

  • 15:42 6 Sibat 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - 16'emîn Konferansa Navneteweyî ya Kurd ku li PE'yê tê lidarxistgin de, pişketinên li Rojahilata Navîn û bandora kurdan a li wê hatin nirxandin. 
 
Li piyitextê Bruksel Belçîkayê li Parlamentoya Ewropa (PE) 16'emîn Konferansa Navneteweyî ya Kurd ku di roja xwe ya duemîn de berdewam dike. Di panela ku ji aliyê Evîn Încîr a Swêdî ve tê rêvebirin, di çarçoveya êrîşên dewleta tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêşketinên li Rojhilata Navîn hatin destgirtin. 
 
Evînê diyar kir ku di serdemeke êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin de li darxistina vê konferansê girînge.
 
'Tirkiye nagihîje armanca xwe'
 
Ji Zanîngeha Tennesse ya li DYE'yê Kirmanc Gundî di roja destpêkê de axivî û armancên belavkarî û dagirkeriyê yên Tirkiyeyê nirxand. Kirmanc bal kişand ser armancên Împaratoriya Osmanî ya nû yên rejîma Erdogan.
 
Kirmanc destnîşan kir ku zehmet e Tirkiye van armancên xwe pêk bîne û got, "Tirkiyeyê bi israr rastiya guhertina cîhanê ji nedîtî ve hat. Qebûl nekir ku Împaratoriya Osmanî di dîrokê de maye. Tirkiye mozaîk e (...) Lê belê ji ber nêzîkatiyên nîjadperestiyê, her wiha ji ber Destûra Bingehîn a nîjadperest hem li hundir hem jî li derve di nava şer de ye." Kirmanc diyar kir ku beriya her tiştî divê destûra bingehîn a nîjadperest a Tirkiyeyê bê guhertin û nasnameyên etnîkî hemû esasî bibin. Kirmanç got, "Ji bo vê jî divê dewletên Rojavayî dawî li durûtiya xwe bînin. Eger dewletên Rojavayî êrişkariya dewleta Tirk nepejirandibûna ev rewş nedibû. Ji bo bidawîbûna vê polîtîkaya dagirkeriyê divê tavilê bikevin nava liv û tevgerê."
 
'Pirsgirêka kurd bi demokrasiyê çareser dibe'
 
Ji Tifaqa Kesk-Sor a Danîmarkayê Soren Sondergaard jî li ser pirsa "Kurd girê Gorîdon e yan jî ew mifte ye ku dikare her tiştî veke?" nirxandin kir. Soran diyar kir ku hêzên emperyalîst naxwazin pirsgirêkên li herêmê çareser bibin. Sondergaard destnîşan kir ku çareseriya meseleya Kurd wê aştiyê bîne herêmê û got, "Pirsgirêka Kurd bi demokratîkbûna herêmê dikare çareser bibe." Soran wiha got, "Divê pêşveçûna pêşverû ya tevgera Kurd bidome (...) Divê piştgirî ji nêrîna konfederalîzma demokratîk re bê dayin (...) Divê şerê li dijî Rojava tê kirin bê rawestandin."
 
'Divê pêkanîn li Tirkiyeyê bên ferzkirin'
 
Soran dema qala serdana xwe ya li Rojava kir bal kişand ser êrişên dewleta tirk, gund û bajarên hatin valakirin û got, "Eger Erdogan ewqasî ditirse, hingî divê em daxwaza hêzeke aştiyê bikin. Divê Tirkiye vekişe. Ji bo vê armancê divê em hin pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bikin."
 
'Deyndarên Gelê Kurd in'
 
Ji koma Çep a Yekbûyî/Çep a Kesk a Bakur (GUE/NGL) Leîla Chaîbî ya Ffransayî jî dagirkeriya Tirk nirxand. Chaîbî anî ziman ku di dema dagirkeriyê de li Fransayê nerazîbûneke girîng derkete holê, lê belê Serokkomarê Fransayê tenê bi devkî nerazîbûn nîşan da. Laîla êrişên DAÎŞ'ê yên li Fransayê bi bîr xist û got, "Em zanin ku ev êriş li Sûriyeyê hatin plankirin. Eger ne ji têkoşîna Kurdên li Rojava bûya, wê êrişên cuda jî bihatina kirin. Kurdan berdêleke giran dan. Lewma Fransa û Yekîtiya Ewropa deyndarê Kurdan e. Beriya her tiştî deynekî me yê demokratîk heye. Kurdan li herêmeke tevlîhev modeleke aştiyane xistin meriyetê (...) Tecrûbeya Rojava bû çavkanî ji Ewropayê re."
 
'DAÎŞ li qadên desthilatdariyê yên Ewropayê efirî'
 
Ji Belçîkayê rojnamevan Ferda Çetîn jî got, "Kurd piştgiriya ku hêjayî wê ye hîn jî nedîtine" û anî ziman ku civaka navneteweyî di pratîkê de piştgiriyê nade. Çetîn anî ziman ku DAÎŞ hîn gefê dixwe û ragihand, niha li gelek herêmên cîhanê bi dehan 'DAÎŞ' hene. Çetîn bal kişand ser welatên ku DAÎŞ'ê xwe lê bi rêxistin kiriye û piştgiriya Ewropayê ya ji bo wan welatan û got, "DAÎŞ li herêmên desthilatdariyê yên ku Ewropa piştgiriya wan dike derdikeve holê, bi pêş dikeve."