Dayika Hêlîn Şen: Em tevli daneşînê bûn lê gûmanbar tevli nebû

  • 13:44 6 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Daxuyaniya ku hat xwatin piştî daneşîna doza qetilkirina Hêlîn Şen a ku di sala 2015'an de di encama gulebarana ji wesayita zirxî de jiyana xwe ji dest da bê dayîn, bi hinceta qedexeya walîtiyê heye hat astengkirin. Dayika Hêlînê Nazmiye Şen, ji bo keça xwe daxwaza edaletê kir û banga hestiyariyê kir. 
 
daneşîna doza qetilkirina Hêlîn Şen a 12 salî ku di dema qedexeya derketina kolanan de, di12'ê Cotmeha sala 2015'an de dema li navçeya Sûrê ya Amedê çû nan bistîne  di encama gulebarana ji wesayita zirxî de jiyana xwe ji dest û polîs Abdullah E. jê tê darizandin li 1'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Piştî daneşîna ku tê de biryar hat dayîn gûmabar bêyî girtin jê bê darizandin, daxuyaniya hat xwestin bê dayîn bi hinceta qedexeya walîtiyê heye hat astengkirin. Piştî ku destûr nehat dayîn daxuyanî li ber edliyê bê dayîn rêxistinên maf ku tevli danejînê bûn û malbata Hêlînê derbasî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) bûn û li wê daxuyanî dan. 
 
'Daneşîn yekalî berdewam dike'
 
Serokê ÎHD'a Amedê  Abdullah Zeytun ku di daxuyaniyê de axivî, naveroka dozê û daneşîn bi bîr xist û bertek nîşanî nebûna polîsên şahid ku nehatin daneşînê da. Abdullah diyar kir ku daneşîn yekalî berdewam dike û diyar kir ku ji bo edalet pêk bê, gûmanbar cezayê pêwist bigire ew ê têkoşîna xwe berdewam bikin.   
 
Dayika Hêlînê banga hestiyariyê kir
 
Dayika Hêlînê Nazmiye Şen wiha got: "Em li daneşînê bûn û gûmanbar neli wê bû, nehat darizandin.  Em ji bo Hêlîn Şeng banga edaletê dikin. Ez dixwazim ku gûmabar bi cezayê herî giran bê cezkirin. Ez ji bo Hêlîn  Hadert Şen edaletê dixwazim."
 
Serokê Giştî yê Înîsiyatîfa Maf Mehmet Arîf Koçer jî got qedexekirina walîtiya Amedê ya çalakiyan xeter e û got ku destûrdayîna ji bo hercureyên çekan ji polîsan re dibe sedema binpêkirina mafan, divê ku ev destûr bê rakirin. 
 
Piştî axaftinan daxuyanî bi dawî bû.