KCD: Ev bûyer ne qeder e di encama bêberpirsiyartiyê de pêk hatiye

  • 13:41 6 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - KCD'ê têkildarî aşûtên ku li Mîksê ket û bû sedema mirina 39 kesî daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku desthilatdariya AKP’ê hatiye asta ku di nava krîzan de rê li ber krîzên nû veke. Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Ev siyaset û hêza ku bêyî jiyana mirovan bifikire dixwaze bûyerên xwezayî jî veguherîne berjewendiyê û bixe nava talûkeyê xerabûnek mezin dijî. Li şûna çareserkirinê pirsgirêkan bêhtir kûr dike. Divê tevahî raya giştî bibîne ku desthilatdariya AKP’ê ji bo civakê bûye rîskek mezin."
 
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) derbarê aşûtên li Mîksê ket û bû sedema mirina 39 kesî daxuyanî da. KCD'ê di daxuyaniyê de bal kişand ser zêdebûna bûyerên xwezayî û tedbîra kêm a îktidara heyî. 
 
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:
 
"Ligel hêj birînên erdheja ku li Xarpêtê pêk hat nehatibûn pêçan, aşûta ku li navçeya Miksê ya Wanê çêbû di nav gelê me de rê li ber şînê vekir. Ji ber karaseta aşûtê, li hêlekê ji bo xilaskirina mirovên me gelê me ket nava seferberiyê û li hêla din jî civak ket nava xemgîniyeke mezin.
 
Em ji malbatên mirovên me yên ku ji ber aşûtê jiyana xwe ji dest dan sersaxiyê û ji mirovên xwe yên jiyana xwe ji dest dan rehmet û sebrê dixwazin. Em hêvî dikin ku mirovên me yên brîndar jî di demek nêz de baş bibin.
 
Tê xwestin ku bûyerên xwezayî wekî ku gelê me daîma beramberî wê dimîne bê nîşandan, lê rastî ne wisa ye. Dema ku mirov li ser bûyerên xwezayî lêkolînê dike tê xuyakirin ku îhmalkariya dîrokî û siyasî derdikeve holê û tevahî raya giştî bi vê rastiyê dizane.
 
Bûyera aşûtê ya yekemîn mirov dikare bi awayekî kismî têkildarî bûyerên xwezayî bike lê negirtina tedbîr û ewlehiyên têkildarî rêyan, girîng negirtina amadekariyên teknîkî, hişyariyên di demê de derbarê rêveberên di wê herêmê de diçin nehatiye kirin, bê qîmetiya jiyana mirovan a ji bo rêveberan derxistiye holê ku ev bûyer ne qeder e di encama bêberpirsiyartiyê pêk hatiye.
 
Karaseta duyemîn a aşûtê di encama, negirtina ewlehiyê, israr û bêaqiltiya siyasetê û bêberpirsiyartî jî dema lê bar bûye derketiye holê. Wekî ku di çapemenî û nav raya giştî de tê diyarkirin ku ligel hemû hişyariyan komek siyasetmedar bi piştgiriya hewayî û wesayitên zirxî di herêma aşûtê re derbas bûne û rê li ber karaseta duyemîn vekirine. Vê tevgerê rê li ber aşûtê vekiriye.
 
Desthilatdariya AKP’ê hatiye asta ku di nava krîzan de rê li ber krîzên nû veke. Ev siyaset û hêza ku bêyî jiyana mirovan bifikire dixwaze bûyerên xwezayî jî veguherîne berjewendiyê û bixe nava talûkeyê xerabûnek mezin dijî. Li şûna çareserkirinê pirsgirêkan bêhtir kûr dike. Divê tevahî raya giştî bibîne ku desthilatdariya AKP’ê ji bo civakê bûye rîskek mezin.
 
Li ser vê esasê em dixwazin hemû raya giştî têkildarî aşûta ku li Miks-Wanê pêk hatiye hestiyarî tev bigere û li paş heqîqetê raweste. 
 
Piştevaniya bi malbatên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane li gorî me helwestek mirovahî ye.
 
Wekî KCD’ê ji bo parvekirina êşê em du rojan şînê îlan dikin. Di dema bûyerên bi vî rengî de em helwesta gelê xwe ya piştevaniyê dizanin. Bi vê hestiyariyê; di serî de em bang li gelê xwe hemû Saziyên Sivîl ên Civakî û partiyên siyasî dikin ku bi gelê Miksê re bikevin nava hevkariyê. Gelê Wanê dê tenê bi siyaseta samîmî, bê berjewendî û bi rûhê piştevaniyê bikaribe germ bibe."