Hejmara kesên ji ber Aşûtê jiyana xwe ji dest dan gihîşt 39'an

  • 13:12 6 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Li navçeya Miksê hêjmara kesên dibin aşûtê de man û jiyana xwe ji dest dan gihişt 39'an. Xebatên lêgerîna karesata 100 kes tê de birîndar bûn, dewam dikin. 
 
Hejmara kesên di karesata aşûtê ya 2 rojan li ser hev li navçeya Miksê ya Wanê  rû da, jiyana xwe ji dest dan gihişt 39’an. Hat ragihandin ku di karesata aşûtê de nêzî 100 kesî birîndar bûne. Duh navber ji bo xebatên lêgerînê hatibû dayîn. Serê vê sibê dîsan dest bi xebatên lêgerînê hat kirin. Ekîbên ji bajarên cuda hatin cihê bûyerê, beşdarî xebatên lêgerînê bûn. Di encama xebata serê sibê hat kirin de cenazeyê kesekê hat dîtin. 
 
Derbarê hejmara kesên di bin aşûtê man de, heta niha agahiyek zelal nehatiye girtin.