Qeyûm gilî kir, derbarê nûçegîha me Hikmet Tunç de lêpirsîn hat destpêkirin

  • 09:35 6 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Ji ber ku Nûçegîha me Hîkmet Tunç di 2019'an de nûçeya bi navê "Sûlava Bêgirê terkî qedera xwe hatiye kirin" çêkiribû ji aliyê qeyûmê bi navê Ersan Savar ê tayînî Şaredariya Bêgirê bû, hat gilîkirin. Di encama gilîkirina qeyûm de Serdozgeriya Komarê ya Wanê derbarê Hîkmetê de lêpirsîn da destpêkirin. 
 
Nûçegîhana me Hîkmet Tunç di 13'ê Gulana 2019'an de nûçeya bi navê "Sûlava Bêgiriyê ya beramberî 4 milyon û 50 hezar TL pereyî hat pêşkêşkirin terkî qedera xwe hatiye kirin" çêkiribû. Qeyûmê serdemê Ersan Savar ê ku tayînî Şaredariya Bêgiriyê bûbû bi idiaya 'Ev nûçe bê esil e' gilî kir. Hikmetê li Qereqola Artemêtê îfade da. Hîkmetê di îfadeya xwe de diyar kir ku wê piştî rapora HDP'ê derbarê idiayên "Qeyûm sûlav firotiye" de li ser navê rojnamegertiyê ev rewş kiriye nûçe.