Hat îdakirin ku di avahiyên TOKÎ de nelêrêtî hatiye kirin

  • 09:23 6 Sibat 2020
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Nisêbînê malbatên ku mifteyên avahiyên TOKÎ qebûl nekiribûn, gilî kiribûn. Derket holê ku Berpirsê Ofîsa Veguhestina Bajar ya Nisêbînê ku ji rêbazên teslîmkirina avahiyan berpris, ji malbatan bertîl girtiye. Hat îdiakirin ku piştî bûyer derket holê şûnde jî Sercan Barut winda bûye.
 
Li Nisêbînê piştî qedexeya derketina derve şûnde li taxên ku hatinbûn hilweşandin TOKÎ’yê 9 hezar û 500 daîre avahî çêkirin û tevî sê sal derbas bûye jî hîna xwediyên mal, xaniyên xwe negirtine. Li 6 etaban hîna gelek malbatan xaniyên xwe teslîm negirtine. Ofîsa Veguhestina Bajarî ya girêdayê wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê jî bi îdiayên nelêritiyê hatibû rojevê û hat îdiakirin ku berpirsê Ofîsê Sercan Barut jî di dema teslîmkirina xaniyan de nelêrêtî kiriye. Hat îdiakirin ku dema xanî hatine teslîmkirin ji malbatan bertîl hatiye girtin û piştî ev nelêrêtî derket holê Sercan Barut ji holê winda bûye.
 
Li taxên Dîcle, Kişla, Zeynel Abîdîn, Firat, Abdulkadîrpaşa û Yenîşehîrê xanî bi peşkê teslîmê malbatan hat kirin. Malbatên ku ji bo avahiyan îmze navêtibûn jî diyar kirin ku ji meha nîsanê de heta niha alîkariya kirê nedane wan.
 
Malbatan ji ber hinek şertan mifte qebûl nekiribûn. Ji aliyê wezaretê ve der barê mijarê de mufetîş hatibûn şandin û welatiyên bi ser mijarê de çûn jî derxistin holê ku Berpirsê Ofîsa Veguhestina Bajarvanî Sercan Barut nelêrêtî kiriye. Xwediyên maf diyar kirin ku Sercan Barut di sê salan de bi mîlyonan TL di bertîlê de girtiye.
 
Hat hînbûn ku piştî vê bûyerê Sercan Barut ji holê winda bûye. Nayê zanîn ku der barê wî de lêpirsîneke hatiye vekirin an na.