Jinên Sûrê: Hewcedariya me bi çar dîwaran tune ye

  • 09:11 6 Sibat 2020
  • Rojane
Rengîn Azîzoglu
 
AMED - Qeyûmê şaredariya Sûrê midûrê mêr tayînî Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jin kir û navend veguhert qehweyê. Jinên taxê bertek nîşan dan û gotin:"Ev derbeyeke li hember jinan e. Em vê qebûl nakin û em ê her dim dengê xwe bilind bikin."
 
Qeyûmê Sûrê ya Amedê Abdullah Çîftçî, ji bo Navenda Şêwirmendiya Jinan a Amîda Jin midûrê mêr tayîn kir. Li ser vê 7 xebatkarên jin yên Amîda Jîn jî îstîfa kirin. Midûrê mêr jî çawa hat navend veguhert qehweyê.
 
Endama Meclîsa Şaredariya Sûrê Rûşen Tayfun, şêniyên taxê Yasemîn Akengîn û Aze Turhan der barê mijarê de axivîn.
 
Rûşenê bi lêv kir ku wek koma HDP’ê di şaredariyê de hejmara endamtiya meclîsê ya jinan gihaştiye 160’î û got bi vê berpirsyariyê divê pêngav bê avêtin û got: “ Em li ser hewcedariyên mirovan disekinin. Hewcedariya saziyekê derket holê. Divê jin li dijî şîdetê di nava piştevaniyê de bin. Em wek Tora Têkoşîna li dijî Şîdetê parçeyek şaredariyê bûn û me xebata Amîda Jin da destpêkirin. Me saziya xwe bi jinan re ava kir. Me bi kelecan dest bi xebatên xwe kir.”
 
‘Pergaleke êrîşê heye’
 
Rûşenê got piştî demê qeyûm hatine tayînkirin û çawa hatine êrîşî saziyên jinan kirine û got: “ Ewil midûrekî mêr hat tayînkirin piştre jî navend veguhertin cihekî cuda. Li her derê êrîş li hember jinan mijara gotinê ye. Êrîşa li hember Amîda Jin jî der barê tunekirina piştevaniyê de bû. Li hember jinan êrîşeke sîstematîk mijara gotinê ye. Piştî Amîda jin hat vekirin, hewce bi tora avakirina têkiliyê hat dîtin. Me bi pêngavên biçûk lê xweş xwe pêş xist. Têkoşîna me wê li her derê bidome. Li dijî şîdeta mêr em ê tu car bêdeng nemînin.”
 
‘Xebat wê bidomin’
 
Yasemîn Akengîn jî got Amîda Jin hewcedariya jinan tespît dikir û got Amîda Jin xwe gîhandiye wan û li pirsgirêkên wan guhdar kiriye û got: “ Jin hatin cem hev û hev nas kirin. Me li wir hev nas kir. Ji pirsgirêkên jinan re çareserî dihat dîtin. Di van şerdan de mirov nikarin xwe bigihînin jinan. Lê Amîda Jin girtin û midûrê mêr tayîn kirin. Ev derbeyek li hember jinan e. Bêguman em ê vê qebûl nekin. Em ê bertekên xwe li her derê nîşan bidin.”
 
‘Em ê li kolanan bin’
 
Aze Turhan jî bertek nîşanî pêkanînê da û bi lêv kir ku li taxê jinên rastî şîdet, tacîz û tecawizê dihatin serî li saziyê didan û got: “Piştî sazî hat girtin hewl dan jinan tune bikin û bi şîdetê wan bêdeng bikin. Xwestin derbeyê li jinan bikin. Hewcedariya me bi çar dîwaran tune ye. Em ê li derve dengê xwe bilind bikin. Em jin wê li kolanan ligel hev bin.”