Kevana Zêrîn ji bo 15'ê Sibatê şevbihêrk li dar xist

  • 08:29 6 Sibat 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Di çarçoveya rezêçalekiyên Kongreya Star ên ji bo komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Kevana Zêrîn a Kantona Kobanê li Kobanê şevbirhêrk li dar xist.
 
Di çarçoveya rezêçalekiyên Kongreya Star ên ji bo komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de Kevana Zêrîn a Kantona Kobanê li Gundê Elpelurê yê li Rojahilatê Kobanê şevbirhêrk li dar xist.
 
Di şevbihêrkê de bi dehan şêniyên Kobanê amede bûn. Di şevbirkê de sitran û helbest ji aliyê Koma Awazên Kevana Zêrîn û Koma Şehîd Barîn a ve hat pêşkeşkirin. Şevbirkê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
 
Di derbarê 15’ê Sibatê kompoloya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatiye meşandin de endam û Revebera Kevana Zêrîn helwest û nerînên xwe ji ajansa me re vegotin.
 
'Em ê bi awazên xwe piştgiriya Serokê xwe bikin'
 
Rêvebera Kevana Zêrîn  Gulçîn Qasim komploya navneteweyî ya 15'ê sibatê şermezar kir û wiha berdewam kir: "Em roja 15'ê Sibatê şermezar dikin. Kongreya Star dest bi rêzeçalakiyan kir û em jî îro li Gundê Elpelurê şevbirkekê li dar dixin. Ji ber yekem car Rêber Apo dema derbasî Rojavayê Kurdistanê  bû, derbasî gundê Elpelurê bû. Ji bona wê jî me xwest em li vir şevbirkekê li dar bixin. Em wek Kevana Zêrîn cihê xwe di vê çalakiyê de digirin. Tevlibûna me ya vê çalakiyê ew e ku bi sitran, helbest û awazên xwe piştgiriya Rêberê xwe bikin."
 
'Em ê bi fikir û felsefeya Rêberê xwe perdeya reş ya komplogeriyê rakin'
 
Endama Koma Ş.Barîn a Kevana Zêrîn Aryana Îbrahîm  jî wiha got: "Em wek endamên Tevgera Kevana Zêrîn komploya navneteweyî ya di şexsê Rêber Apo û li ser Gelê Kurd tê meşandin şermezar dikin. Tu kes nikare me û Rêbertî ji hev qut bike. Em ê her li ser fikrê Rêberê xwe kar û xebatên xwe bidin meşandin. Me bi saya fikrê Rêbertî ji nû ve pergala xwe ava kir."
 
Şevbirk bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.