Li ser komploya navneteweyî li Kobanê semîner hat dayîn

  • 14:27 5 Sibat 2020
  • Rojane
KOBANÊ - Bi pêşengiya Kongreya Star, Rêxistina Sara û Rêveberiya Xweser li taxa Botan Şerqî û li taxa Xebatkar di derbarê salvegera komploya navneteweyî de semîner ji gel re li dar xistin.
 
Rêxistina Kongra Star a herêma Firatê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî ya ku di keseyeta Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de li ser gelê Kurd tê meşandin, duh bi daxuyaniyekê li Kontona Kobanê dest rêzeçalakiyan kirin. Di rêzeçalakiyan de îro bi pêşengiya Rêxistina Kongreya Star, Rêxistina Sara û Rêveberiya Xweser li mizgefta Elî bin Ebî Talêb ya taxa Botan Şerqî semînerek ji gel re li dar xistin.
 
Semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê semîner ji aliyê Endama Rêveberiya Xweser a herêma Firatê Eyşe Nasir, Rêveberiya Kongreya Star a Kobanê Semîre Ehmed û Endama Rêxistina Sara ya Kobanê Fewze Henîfî ve hat dayîn.
Komploya navneteweyî ku di 15’ê Sibata 1999’an heta roja me ya îro li ser Gelê Kurd û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tê meşandin, hat nirxandin. Armanca komployê û qirkirina Gelê Kurd, hedefgirtina jinan ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve hatin bi bîr xistin.
 
Semîner bi nîqaşan bi dawî bû.
 
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di rêzeçalakiyên Kongra Star de di heman demê de li taxa Xebatkar jî semîner hat lidarxistin. Her wiha wê îro li gundê Elpelûrê yê Kobanê şevbihêrk were lidarxistin. Her wiha wê heta 15’ê Sibatê semîner li tax, gund, navçe û bajarokên Kobanê werin dayîn.