Li Mîksê Aşût bi ser tîma rizgarkirinê de ket
- 13:24 5 Sibat 2020
- Rojane
WAN - Li Miksê duh êvarê aşût bi ser rêwiyan ve hatibû. Îro jî aşûta duyemîn bi ser tîmal li 2 kesên di bin aşûtê de mabûn digeriyan de ket.
Li ser rêya Wan û navçeya wê Miksê duh aşût bi ser dolmîşa rêwiyan de hatibû û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. 6 kes jî bi saxî hatibûn derxistin.
Hatibû zanîn ku 2 kes di bin aşûtê de mane û li herêmê xebatên lêgerîna wan dihat kirin. Hat zanîn ku aşûta duyemîn bi ser tîma lêgerînê de hatiye. Hat ragihandin ku tîma lêgerînê û welatiyên li derdorê di bin aşûtê de mane.