Biryara tehliyekirina Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar hat astengkirin

  • 09:17 5 Sibat 2020
  • Rojane
COLEMÊRG - Hevşaredara Geverê Remziye Yaşar ku di 15'ê Cotmeha 2019'an de hatibû binçavkirin, do hatibû tehliyekirin. Lê ji ber îtiraza dozger tehliye hat astengkirin. 
 
Hevşaredara Gevera Colemêrgê Remziye Yaşar ku di 15'ê Cotmeha 2019'an de hatibû binçavkirin di 17'ê Cotmehê de hatibû girtin. Do danişîna ewil a doza Remziyeyê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'emîn pêk hat. Remziyeyê, bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bû. Parlementerê HDP'ê yê Colemêrgê Saît Dede û hevşaredarên HDP'ê yên bajêr û navçeyê jî tev li danişînê bûn. 
 
Piştî parastinê heyeta dadgehê biryara xwe aşkere kir û Remziye bi şerdê kontrola edlî tehliye kir û danişîna dozê taloqî 15'ê Gulana 2020'an kir. Lê ji ber îtiraza dozger tehliye hat astengkirin.