Di meha çileyê de herî kêm 33 jin hatin qetilkirin

  • 09:16 5 Sibat 2020
  • Rojane
ENQERE - Mêran di meha çileyê de herî kêm 33 jin qetil kirin û 22 jin jî bi taciz, tecawiz û tundiyê rû bi rû hiştin. Herî kêm 19 zarok jî bi komkujî, mirina bi guman, êrîşa zayendî, tundiyên cur be cur rû bi rû hatin hiştin. 
 
Tabloya Tirkiyeyê ya tundiya li ser jinê tarî ye. Peymana Stenbolê û zagona 6284'an yên ku pêk nayên dibe sedema qetilkirina jinan. Jin jî bi dirûşma 'Em naxwazin bimirin', derdikevin kuçeyan û daxwaza pêkanîna zagonan dikin. 
 
Li gor agahiyên wekî Jinnews'ê me kom kir di meha çileyê de herî kêm 33 jin hatin qetilkirin. 22 jin jî bi taciz, tecawiz û tundiyê rû bi rû hiştin. Herî kêm 19 zarok jî bi komkujî, mirina bi guman, êrîşa zayendî, tundiyên cur be cur rû bi rû hatin hiştin. Di dadgehan de herî kêm 8 bersûcî ji daxistina 'halê baş' fêde girtin. Ji xwendekara Zanîngeha Dîcleyê Gulistan Doku ya ku li Dêrsimê windayî û ji Şefîka Yasa ya ku li Qoserê windayî ye hîn agahî nehatiye girtin.