Melîke Canli: Daraz jinan naparêze

  • 09:15 5 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Melîke Canli der barê Tuncay Kaltar ku 6 salan bi awayekî sîstematîk ew tehdîd û tacîz kir de doz vekir û di rûniştina sêyemîn de jî der barê Tuncay de biryara girtinê derneket. Melîke Canli bertek nîşan da û got daraz jinan naparêze.
 
Melîke Canli ya 28 salî ku li Îzmîrê dijiya bi şîdet û tacîzê re rûbirû dima hat Amedê bicih bû. Melîkeyê diyar kir ku ew rastî her cureyê şîdetê hatiye û ji saziyên jinan jî alîkarî xwestiye. Tuncay Kaltar (42) ku bavê sê zarokan bû û her tim Melîkeyê tehdît û tacîz kiriye. Melîkeyê 10 caran li qerekolê û 10 caran jî li dozgeriyê gilî kiriye. Lê tevî vê ev kes nehat cezakirin û jiyana Melîkeyê veguherî zindanê.
 
Rûniştina wê duh li 12’emîn Dadgeha Cezya Giran a Amedê hat dîtin. Ji bo gumanbar ji sûcên ‘tehdîdê’ 8 meh, ji sûcê ‘tacîza zayendî ‘ salek û 6 meh û ji sûcê ‘rehetiya kes û xizmên wê xera kirin’ 8 meh yanî bi giştî 2 sal û 10 meh ceza birî. Berovajî ceza jî biryar hat dayîn ku ne girtî bê darizandin. Parêzeran îtîraz kirin û diyar kirin ku berê jî 13 sal cezayê hatiye teqezkirin yê gumanbar heye.
 
‘Jiyana me veguherî zindanê’
 
Melîke û malbata wê bertek nîşanê rewşê dan. Melîkeyê got: “Gelo dixwazin ku ez bimrim. Ji biryarê qet ne razîme. 6 sal in bi dehan carî min gilî kir. Lê tu car cezayekî ku heq bikin nedanê. Vî kesî li ser navê birayê min hesabê sexte vekir. Li ser hesab peyam şandiye ji dehan kesî re. Peyam şand ji destgirtiyê min re. Heqeret lêkir. Wêneyên min di çarpmeniya civakî de parve kir û ez teşhîr kirim. Tenê ji bo vê be jî divê cezayê giran bigire. Jiyana min kir zindan. Bi şev heta sibehê peyama dişîne û nerehet dike. Hemû xizmên min jî rastî tehîdan tê. Kesên ez nas nakim, ji ber paşnavê me heman peyama dişîne. Tehdît dike. Piştî ez jê veqetiyam min alavê xwe yên taybet negirt. Pasaport û belgeyên dibistana min desteser kir. Me ji tirsan bar kir Amedê. Her tim tehdît dikir. Lê tevî vê hîna serbest digere.”
 
‘Saziyên jinan û rojnamegeran ez tenê nehiştim’
 
Melîkeyê da zanîn ku heta niha digot belkî tenê ye û ber vê nexwestiye navê xwe bide bihistin û got: “Lê êdî ne tenê me. Li ser banga min saziyên jinan û rojnamegeran xwe gîhand min. Duh ri rûniştinê de di serî de Komeleya Jinan a Rosa hemû saziyên jinan hebû. Rojnameger hebûn. Ez biryara dadgehê rast nabînim. Qanûnên ku jinan biparêzin tune. Wek min bi sedan jin li benda parastinê ne. Lê bila kes netirse, em yek jî ne tenê ne.”