‘Nobedaran ji bo parastina desthilatdariyê dikin xwedî raye’

  • 09:14 5 Sibat 2020
  • Rojane
Fîlîz Zeyrek
 
EDENE - Jinan diyar kir desthilatdarî bi qanûnan jî nikare jinan biparêze û bi rayeya ku didin nobedaran wê zêdetir jinan bikin bin tehdîdê û got sererastkirin ji bo desthilatdariyê hatiye kirin. Dîlek Sureklî diyar kir ku piştî darbeyê bi hezaran kesên berdan kolanan mînaka vê ye û got şîdeta nobedar li Stenbolê pêk hat û wê ev berdewam bike.
 
Pêşnûme Qanûna Nobedarên Sûk û Taxê ku rayeyê dide nobedaran ku nasnameyan lêpirsîn bike, lêgerînê bike, ji aliyê Komîsyona Karê Hundir ya Meclîsê ve hat qebûlkirin. Jinan diyar kirin ku wê ev gelek pirsgirêkan jî bixwe re bîne.
 
Ani Bayram diyar kir ku ew tu wateyê nade rayeya ku dane nobedaran û got: “Nobedar nikarin jinan lêgerîn bikin. Gelo wê nobedar mudaxaleyê terza jiyana mirovan bikin? Gelo hêzên ewlehiyê têr nakin? Pirsên wisa tên hişê mirovan. Li welat tu hêz nikare jinan biparêze. Desthilatdarî dixwaze xwe biparêze. Em qanûnan dibînin, jinên tên kuştin, windakirin dibînin. Tacîz û tecawizan dibînin. Di vê mijarê de qanûn têr nakin. Divê ev qanûn demildest biguherin. Ev sererastkirin ne bi armanca parastina jinê, bi armanca parastina desthilatdariyê hatiye kirin.”
 
‘Em di mijara nobedaran de bi fikar in’
 
Çîgdem Kayhan jî wiha got: “Mijara nobedaran di demên dawî de mijara herî zêde tê axaftinê ye. Em sedema dayina vê rayayê fêm nakin. Ev ê gelek pirsgirêkan wê bi xwe re bîne. Rayeyek wisa wê kaosê jî bixwe re bîne. Em di mijara nobedaran de bi fikar in. Ev mijar wê di pêşerojê de rê li ber pirsgirêkan vebike. Di civakê de pirsgirêkên cidî hene, lê radibin ewil rayeyê didin nobedaran. Ev mijareke cidî ya divê em li ser bifikirine. Em ê jin dest ji têkoşînê bernedin.”
 
‘Çima ji jinan napirsin?’
 
Dîlek Sureklî jî wiha got: “Mirov dikarin xwe biparêzin. Gelo çi hewce bi vê pêkanînê heye? Kesekî ji perwerdeyê bêpar wê çawa ewlehiya min bigire? Muxalefet jî bêdeng e. Mirov wateyê nadin vê jî. Ev mijar herî zêde jinan eleqeder dike. Çima ji jinan napirsin. Nobedaran ji roja ewil de îşkence kirin. Piştî hewldana darbeyê şûnde bi hezaran kes daxistin kolanan. Ev mînaka herî berbiçav e. Ji roja ev pêkanîn ket meriyetê gelek bûyerên şîdetê rû dan. Mînaka herî dawî li Stenbolê pêk hat. Em dizanin ku wê berdewama vê bê.”