Gumanbarê îstîsmarê, gelek zarok îstîsmar kiriye!

  • 09:09 5 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Nisêbînê du hefte berê derket holê ku mêrê bi navê Ridvan Yeşîlmen zarokek îstîsmar kiriye û li ser gilîkirina malbatê Ridvan Yeşîlmen hat girtin. Piştî bûyer derket holê şûnde, ji şêniyê taxê Yasemîn ji ajansa me re axivî û diyar kir ku gelek zarok ji aliyê gumanbar ve hatine îstîsmarkirin.
 
Li Nisêbînê ya Mêrdînê di 13’ê Çileyê de derketibû holê ku mêrê bi navê Ridvan Yeşîlmen (47) zarokek îstîsmar kiriye û li ser gilîkirina malbatê hatibû girtin. Hat hînbûn ku Ridvan Yeşîlmen li dikana fêkiyan zarkok îstîsmar kiriye û piştî bûyerê malbata zarok Ridvan derb kirine û ji aliyê polîsan ve hatiye binçavkirin. Şêniyên taxê diyar kirin ku Ridvan Yeşîlmen ev ji salekê zêdetir e li dikana xwe gelek zarokên taxê îstîsmar kiriye.
 
‘Me jî gilî kir’
 
Şêniyên taxê diyar kirin ku malbatan li dozgeriyê serlêdana sûc kirine. Jina bi navê Yasemîn ku nexwest paşnavê xwe bide wiha got: “Beriya vê bûyerê zarokên me tiştên wisa digotin. Lê me digot zarok in, me bawer nedikir. Piştre rojekê tax tevlihev bû. Li Ridvan xistin. Me fêm nekir. Piştre em hîn bûn ku mijar îstîsmar e. Zarok bi hinceta ‘were ez fêkî bidim te, kîloyê te bipîvim’ xapandiye û îstîsmar kiriye. Niha hat girtin. Lê me bi zarokên xwe bawer nedikir. Xwedê dizane ku çend zarok îstîsmar kiriye. Piştî hat girtin me jî gilî kir. Îfadeya me û zarokên me hat girtin. Bi qasî me fêm kiriye gelek zarok îstîsmar kiriye.”
 
‘Malbatan bi zarokan bawer nedikir’
 
Esnafekî taxê jî wiha got: “Wê rojê, hemû malbata zarok çûn dikana fêkiyan û ew derb kirin. Me fêm nekir ku mijar çi ye. Piştre bûyer hat bihîstin. Ewil me bawer nekir ku ev kes vê pêkanînê bike. Lê ma qey zarok jî derewan nakin. Piştî îfadeyan ev mêr hat girtin. Me jî bawer kir ku ev kes sûcdar e. Piştî bûyerê gelek jinî got li zarokên me jî kiriye. Ger ev bûyer derneketiba holê wê her kes wisa bêdeng bimana. Bila malbat li zarokên xwe guhdar bikin.”
 
Piştî îfadeyan Ridvan Yeşîlmen ji sûcê ‘îstîsmarkirina zarok, kes ji azadiyê bêpar hiştin’ hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê.
 
Doz wê piştî amadekirina îdianameyê bê dîtin.