Penaber Z.S: Gelek jin xistin nava tora fuhuşê

  • 09:04 5 Sibat 2020
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Z.S ya ji ber rejîma Îranê reviya û hat Wanê wiha got: “Li cihê dixebitim, xwediyê kargeriyê dest dirêjî min kir. Li vir bi dehan jinê nas dikim, ji ber bêderfetiyên aborî ketin nava tora fuhuşê.”
 
Ji ber zextên rejîma Îranê jinên penaber ên hatine Tirkiyeyê, li vir jî rastî pêkanînên nebaş tên û fuhuş li wan tê ferzkirin. An jî bi mêrên zewicandî re bi mehra olî dizewicin û piştre dibin xwedî zarok. Jinan zor û zehmetiyên ku dijîn vegotin.
 
Z.S ku 4 sal berê ji ber zextan ji Îranê hat Wanê wiha got: “Pereyê min tune bû. Li cihekî min dest bi kar kir. Xwediyê kargeriyê dest dirêjî min kir. Ji ber rewşa penaberiyê pereyekî kêm didan. Ji ber li dijî wî derketim ez ji kar derxistim.”
 
‘Bi dehan jinên dikevin çirava fuhuşê hene’
 
Z.S wiha berdewam kir: “Bi dehan jinên wek min hene. Di mijara ziman, şêwaza jiyanê û gelek tiştên din de pirsgirêkan dijîn. Bi taybet jî alî aborî de pirsgirêkan dijîn. Gelek jin ji ber nikarin debara xwe bikin fuhuşê dikin. Jinên li kulubê şevê dixebitin hene. Şert û mercên tê de wan ber bi fuhuşê ve dibe.”
 
‘Mêrê ez bi mehra olî pê re zewicîm zewicandî derket’
 
Z.S got piştî ji kar vediqete mêrê bi navê S.A nas dike û ev tişt bi lêv kir: “Bi mehra olî nêzî salek û nîvê em bi hev re jiyan. Ez ducanî mam. Piştî ducanî mam, soza gelek tiştî da. Min jî pê bawer kir. Piştre min bihîst ku zewicandiye. Lê êdî her tişt derbas bûbû. Piştre em ji hev veqetiyan. Ez çûm avahiya malbata wî. Lê wan ez sûcdar kirim. Gotin tu bi mêrekî zewicandîre bûye. Lê S.A negotibû zewicandiye. Agahiya min tune bû. Ez bi ducanî tenê mam. Pere tune bû. Min ji cîranan re cil û berg didirût. Her ku zikê min mezin bû ez nikaribûm bixebitim jî.”
 
‘Dixwazim nasnameya zarokê min hebe’
 
Z.S destnîşan kir ku bi piştevaniya jinan ji zarokê xwe re cil girtiye û piştre ji alîkariya civakî nêzî 600 TL pere girtiye û got: “Piştî zarok hat dinê S.A dîsa ez dest dirêjî min kir. Min got di alî aborî de piştgirî bide zarok. Wî jî her tim pêşniyarên dijahlaqî kir. Min doza bavtiyê vekir. Ez dixwazim nasnameya zarokê min hebe. Piştî doz bi encam bibe ez ê ji bo nasnameya zarokê xwe têbikoşim. Divê jin xwedî hişmend bin. Divê nekevin kemîna mêran. Piranî mêr jinan wek alava zayendî dibînin.”
 
‘Hevjînê min fuhuş li min ferz kir, lê ez hatim sûcdarkirin’
 
Jina bi navê Ş.N jî diyar kir ku li Îranê ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî rastî şîdeta sîstematîk hatiye û got: “Sê zarokên min hebûn. Hevjînê min ligel şîdeta sîstematîk, fuhuş jî li min ferz kir. Min li ser vê gilî kir. Rejîma Îranê gelek tund e. Jin du car rastî şîdetê tên. Hevjînê min dest û lingê min girê da û ez rastî tecawiza mêrekî din hatim. Min ev gilî kir lê gotin ‘şahid bîne’. Ji ber şahid jî tunebû piştî destberdanê ez sûcdar hatim dîtin û zarokên min dan bavê wan.”
 
‘Ez bi zarokên xwe re hatim Wanê’
 
Ş.N di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku piştî sûcdar hatiye dîtin, zarokên xwe jî girtiye gel xwe û got: “4 sal berê min zarokên xwe girt û hatim Wanê. Li Wanê min H.O nas kir û ez jê ducanî mam. Min nizanibû zewicandiye. Piştî ku dît ez ducanî me, ez terk kir. Ez niha bi 4 zarokan re têkoşîna jiyanê didim. Penaber cuda tên dîtin. Mêr dibînin ku em mexdûr in û hewl didin ji vê fêdeyê bigirin. Rewşa jin û penaberan bi rastî zehmet e.”