'Wê bi biryara jinê li Lubnanê rewş ber bi guhertinên baş ve biçe'

  • 09:02 5 Sibat 2020
  • Rojane
Roj Hozan
 
BEYRÛT - Berdevka Komeleya Newroz a li Lubnanê Henan Osman, rewşa aloziya li Lubnanê û pêşketinên siyasî nirxand û got: "Li Lubnanê rewşeke aborî ya xerab heye û hikûmeta heyî tenê ji bo berjewendiyên xwe biparêzin, gel bi zehmetiyên jiyanî re rû bi rû dihêle. Vê yekê hişt ku êdî gel bi xwe doza mafê xwe bike û hebûna xwe  mayinde bike."
 
Xwepêşandanên Lubnanê ji 17' ê Cotmeha sala borî ve dest pê kiriye. Gelê Lubanê ji bo mafê xwe ji kategoriya hikûmeta desthilatdar bistînin û jiyana xwe ya aborî ber bi başiyê ve bibin, li qada ne. Israra gel hişt ku hikûmeta heyî istîfa bike û li şûna wê hikûmetek ji 6 jinan bê avakirin. Têkildarî rewşa aloziyê û pêşketinên siyasî yên li herêmê, Berdevka Komeleya Newroz a li Lubnanê Henan Osman axivî.  
 
'Li Lubnanê rewşeke aborî ya xerab heye'
 
Henanê wiha dest bi nirxandinên xwe kir: "Ji 17'ê  Cotmeha sala borî ve, li Lubnanê tevgera gel li qadan dest pê kiriye. Gelê Lubnanê bi xwepêşandanên girseyî li qadan e. Di nava vê tevgerê de, gel mafên xwe yên jiyanê dixwaze. Li Lubnanê rewşeke aborî ya xerab heye û hikûmeta heyî tenê ji bo berjewendiyên xwe biparêzin, gel bi zehmetiyên jiyanî re rû bi rû dihêle. Heta niha vê hikûmetê nikarîbû nirxê gelê Lubnanê di qadên siyasî, civakî û jiyanî de biparêze. Vê yekê hişt ku êdî gel bi xwe doza mafê xwe bike û hebûna xwe mayinde bike. Di nava xwepêşandanê de hemû komên civakê beşdar bûn û bi taybet ciwanên zaningehan, ev xwepêşandan  wekî cara yekem  ku wisa gel bi hevgirtineke xurt li hember desthiladariyê disekinin û bi mafê xwe bang dikin."
 
'Gelê Lubnanê mafê demokrasiyê û wekheviyê dixwaze' 
 
Henanê di dewamiya gotinên xwe de bal kişand ser daxwazên gelê Lubnanê û wiha pê de çû: "Ji destpêka tevgerê de daxwazên gel diyar in. Bi salaye hêzên hegemonîk hukmê xwe li ser vê civakê dide meşandin. Gel vê yekê nema qebûl dike. Dema ku berjewendiyên desthilatdaran li hev tên, yên ku dibin qurbanî dîsa ev gel e. Gelê ku ji bo malbata xwe xwedî bike, tenê kar dike. Dema gel hizra azadiyê dike, êdî tu kelem nikare  pêşiya kaniya azadiyê bigire. Ji daxwaziyên gel jî  dibe ku hikûmeteke demokratîk derveyê hêzên siyasî yên hegomonîk bi hilbijartin û biryara gel, bê avakirin. Her wiha divê di nava hilbijartinan de hemû netewên ku li Lubnanê dijîn mafê wan ên dengdayînê hebe û bê ferq û cûdahî be. Divê  desteya zagonî û hûqûqî ji nû de bê çêkirin û keda gel a ku bi salaye ji wan hatiye sitendin, bi rengekî demokratîk ji wan re bê vegerandin." 
 
'Hikûmeta berê jiyaneke xerab û hêviyên bê encam, pejirandin' 
 
Henanê di nava nirxandinên xwe  de bal kişand ser rewşa hikûmetê û dirûşmên xapandina wan û wiha dom kir: "Dema ku tevgera gel ber bi mezinbûnê ve çû, hikûmeta Seed El-Herîrî istîfaya xwe da. Gelê Lubnanê ev hikûmet  qebûl nekir. Her carê gelê herêmê dixapandin û digotin ku daxwazên we, wê bi cih werin, lê her kes di wê baweriyê de bû ku lîstokên cidî di navbera desthilatdarên hikûmetê de hene. Dirûşmên nerast, jiyaneke xerab û hêviyên bê encam, pejirandin. Gelê Lubnanê sîstema yekreng qebûl nake. Bi taybet ji ber ev grûbên hikûmetê bi  hereketa Hizib El-Laah ve  girêdayîne û zextên mezin li ser gel dikin. Em dikarin bêjin rewşeke cîdî heye û heta niha jî didome."
 
'Wê bi biryara jinê li Lubnanê rewş ber bi guhertinên baş ve biçe'
 
Henanê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Tevgera Gelê Lubnanê li dijî neheqiyê gaveke girîng bû. Hêviyên me ewin ku wê îradeya gel bi ser bikeve. Hikûmeta ku nû hatiye avakirin ji 6 jinan pêk tê, weke cara yekem di Lubnanê de taybet jin di hikûmetê de, cih digirin. Beşdarbûna van jinan helbet ew jî ji mîrasê têkoşîna komele û rêxistinên jinan, bi encam bû. Ji bo wekheviya di navbera herdu zayendan de û isbatkirina cihê xwe di standina biryarê de, jinê kedeke mezin da. Îro encamên wê jî ber bi çav in ev jî armanca me bû. Em di wê baweriyê de ne ku wê bi biryara jinê rewş ber bi guhertinên baş ve biçe û pirsgirêkê çareser bibe."