5 kesên di bin aşîtê de man jiyana xwe ji dest dan

  • 08:50 5 Sibat 2020
  • Rojane
WAN - Li navçeya Miksê ya Wanê aşît bi ser mînîbus û makîneyeke kar de hat. Li gor agahiyên ewil ji kesên di mînîbusê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Li navçeya Miksê ya Wanê aşît bi ser mînîbus û makîneyeke kar de ket. Piştî aşît ket, dest bi lêgerîna mînibusa di bin aşîtê de mabû hatibû kirin. Hat diyarkirin ku piştî çend saetan şûnde mînubus hatiye dîtin. Li gor agahiyên ewil ji kesên di mînîbusê de 5 kesan jiyana xwe ji dest daye. 
 
Walîtiya Wanê di daxuyaniya xwe de got:  “Ji bin aşîtê 5 kes bi saxî hatin xelaskirin. 5 kesî jî jiyana xwe ji dest dane û cenazeyê wan hatiye derxistin". 
 
Waliyê Wanê Emîn Bîlmez jî got:  "Texmîna me ew e ku 10-15 kes di mînîbusê de ne. 7 kes hatine xelaskirin. Xebatên ji bo rizgarkirinê didomin". 
 
Her wiha gava aşît ketibû operatorê makîneya kar jî xwe ji ser wesayîtê avêtibû û xelas bûbû.