Doza polîsê ku li Efe qelibî û ew qetil kir hat taloqkirin

  • 16:58 4 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Polîsê bi navê Î.A. yê ajokarê maşîneya zirxî ku zarokê 5 salî Efe Tektekîn eciqand û qetil kir, di doza ku dihat darizandin got:"Em li ser navê dewletê peywirê dikin, divê em di destpêkê de ewlehiya xwe mîsoger bikin."
 
Yekemîn rûniştina doza darizandina ajokarê maşîneya zirxî polîs Î.A yê di 11’ê Îlona 2019’an de li ser Cadeya Emek a Navçeya Rezan a Amedê zarokê 5 salî Efe Tektekîn perçiqand, li 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Polîs Î.A. bi sûcdariya “Kuştina bi zanetî” tê darizandin.  Polîsê bersûc û parêzerê wî, dibin parastina polîsan de ketin salona dadgehê. Parêzerê malbata Efe, Sedat Çinar, Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin û gelek parêzer di rûniştinê de amede bûn. 
 
36 welatiyan ji ber vê yekê jiyana xwe ji dest dan
 
Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin jî bersiv da vê gotina dadger û wiha got: “Parêzer li ser navê Navenda Parastina Zarokan beşdarî danişînê bûne. Di 10 salên dawî de, li herêmê 36 welatiyan ji ber lêxistina maşineyên zirxî jiyana xwe ji dest dane. Divê polîs berî her tiştî welatiyan biparêze, dûre ewlekariya canê xwe biparêze. Polîsên ku ewlekariya canê xwe digirin, dibin sedama kuştina welatiyan. Bersûc got ku nêrîna dîtina maşîneya zirxî teng e. Madem wisa ye divê bikaranîna maşîneyên zirxî bên sînordarkirin. Em difikirin ku ev bûyer ne bûyereke wisa qezayek trafîqê ya ji rêzê ye. Di encama îhmalkariyê de vê bûyer rû daye. Em dixwazin bibin mudaxilê vê dozê.” 
  
Parêzerê malbata Efe, Sedat Çinar jî, xwest dosyeyê bişînin Dadgeha Cezayê Giran. 
  
Polîsê bersûc Î.A., di rûniştinê de parastin kir û wiha got: “Roja bûyerê ez ajokarê ekîbê bûm. Em li ser navê dewletê kar dikin û destpêkê parastina ewlekariya xwe dikin. Ez tenê pir xemgîn im.” 
  
Parêzerê bersûc jî di parastina kir de wiha got: “Em naxwazin bûyerê ber bi aliyekê din ve bibin. Îdîaname di encama lêkolîna delîlan de hatiye amadekirin. Di rapora pispor de tê gotin ku muwekîlê min bi qisûr e. Lê li gorî min muwekîlê min bê qisûr e.” 
 
Polîsê bersûc li ser pirsa “Di wesayîtê de qeydên qemerê hebûn?” a Parêzer Sedat jî, wiha îdîa kir: “ “Pergala heyî ji sala 2017’an ve ne dixebitî. Herî dawî ez ji cihê bûyerê veqetiyam. Weneyekê ku me kişandibû xuya nake.”
  
Serokê Baroyê Cîhan Aydın, dûre ev pirs ji bersûc kir, “Tu hîna li ser karî?” Bersûc jî, got: “Erê. Ez ji sala 2017’an ve ajokariya maşîneya zirxî dikim.” 
  
Parêzer Sedat diyar kir ku bavê zarok di dema bûyerê de gotiye wî bûyer ji kameraya aîdê maşîneyê temaşe kiriye û xwest qeydên kamerayê ji Midûriyeta Polîsan bê xwestin. 
 
Dadgehê piştî parastinên hatin kirin, navber da danişînê û danişîn taloqî 27’ê Nîsanê kir.