Rûniştina doza Nivîskar Gulgeş Deryaspî hat taloqkirin

  • 16:30 4 Sibat 2020
  • Rojane
BEDLÎS - Rûniştina doza Endama PENa Kurd Nivîskar Gulgeş Deryaspî ya ku di 25’ê Tîrmeha 2019'an de hatibû girtin, hat taloqkirin.
 
Bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê di 25’ê Tîrmeha 2019'an de li navenda Bedlîs û navçeyên wê Tetwan û Norşînê operasyonek hatibû destpêkirin. Di vê operasyonê de Nivîskar Gulgeş Deryaspî jî di nav de 9 kes hatibûn binçavkirin. Gulgeşê piştî ku hat binçavkirin û piştî ku derket dadgehê şûnde hatibû girtin. Piştî biryara girtinê, Gulgeşê biribûn Girtîgeha Tîpa E ya Bedlisê. 1'emîn rûniştina doza ku Gulgeş tê darizandin îro li Edliyeya Bedlîsê li Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê hat dîtin. 
 
Di rûniştinê de dozger mutala da. Dozger bi hinceta 'endamtiya rêxistinê' xwest ku Gulgeşê ceza bigire. 
 
2'yemîn rûniştina doza Gulgeşê ya ku bi hinceta ‘endamtiya rêxistinê’ hat girtin, taloqî 3'yê Adarê hat kirin.