Parlamentera Iraqê: Bêdengiya li hemberê Mexmûrê nayê qebûlkirin

  • 13:18 4 Sibat 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Endama parlamentoya Iraqê Yusra Recev diyar kir ku li ser êrîşa çeteyên DAÎŞ ya li ser Mexmûrê dê nivîsek radestî Wezareta Navxweyî ya Iraqê bike. Yusra got ku wargeha Mexmûrê beşek ji Iraqê ye û nabe êdî ew bêdeng bimînin.
 
Di 2’yê sibatê de çeteyên DAIŞ’ê êrîşê wargeha Şehîd  Rûstem Cûdî (Mexmûr) kirin. Êrîşa çeteyan hat şikandin û di encamê de 2 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Her wiha 2 şivan û endamek Hêzên Parastina Cewherî yên Mexmûrê jî birîndarbûn. Li ser vê mijarê endama Lijneya Mafê Mirovan ya li Parlamentoya Iraqê Yusra Recep axivî.
 
Li gorî Yusra yek ji sedemê êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser wargehê, ambargoya ne mirovane ya ku ji aliyê desthilatdariya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ve danîn ser wargehê ye. Yusra wek sedem jî got ku ew dizanin desthilatek wiha ne amadeye xelkê wargehê biparêze.
 
Di derbarê berpirsyartî, erkê hikûmeta Iraq û parlamentoyê de jî Yusra Recep wiha got: “Iraq xwedî berpirsyartiyek navnetewî ye. Divê di aliyê mafê mirovan û mafê penabertiyê de Iraq bi wê berpirsyartiya xwe ve girêdayî be. Wargeha Mexmûr beşek ji Iraqê ye û êdî nabe em bêdeng bimînin. Di vê çarçoveyê de ez ê nivîsek radestî Wezareta Navxweyî ya Iraqê bikim.”