Jina ducanî taxa xwe diparêze

  • 11:15 4 Sibat 2020
  • Rojane
Sorgul Şêxo
 
HESEKÊ - Dayikên Navçeya Til Temirê yên ji aliyê Hêzên Parastina Jinê ve li malan perwerdeya xwe dibînin, wiha dibêjin: "Heger em xwe neparêzin ew ê kêrên li ser stûyê me zêde bibin."
 
Li hember êrîş û zextên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê, berxwedana gel her ku diçe mezin dibe. Gundewarên Til Temirê jî rastî êrîş û hewldanên dagirkeriyê tên. Jinên bi pêşengtiya HPC-JIN perwerdeya xwe ya bîrdozî, leşkerî, dîtin, derbarê perwerdeyê hestên xwe anîn ziman. 
 
'Heger em xwe neparêzin ew ê kêrên li ser stûyê me zêde bibin'
 
Jina bi navê Gemra Newaf diyar kir ku perwerde ji bo her qadên civakê pêwistiyek mezin e û wiha got:"Parastin ne tenê ji şervanan tê xwestin, parastin ji dayikên wekî me jî tê xwestin. Divê em hemû xwe bikaribin biparêzin. Perwerde jî xaleke girîng a parastinê ye. Heger em xwe neparêzin ew ê kêrên li ser stûyê me zêde bibin. Di heman demê de parastina nirxên şehîdan jî ji bo me gelek girîng e. Şehîd nebana em jî nedibûn, ji ber wê parastina nirxê şehîdan yek ji armancên me ya sereke ye."
 
'Da ku Şengaleke din dubare nebe, em perwerdeyê dibînin'
 
Gemrayê fermana Şengalê bi bîr xist û ev yek anî ziman: "Heger îro me hêza xwe ya parastinê ava nekiriba wê Şengaleke din li Rojava dubare biba. Da ku Şengaleke din dubare nebe em perwerdeyê dibînin. Erdogan çeteyê herî mezin ê di cîhanê de ye. Pêwîst e hemî cîhan li hember polîtîka û kiryarên wê yê li Bakurê Sûriyeyê rabin ser piyan. Pêwîst e tevahî jinên Rojava xwe bi çek bikin û parastina axa xwe bikin."
 
'Ax zaroka mirov e parastina wê erkekî sereke ye'
 
Şemsa Merî ku dayika 3 şervanên QSD'ê ye wiha got: "Rast e ez dayika şervana me, lê ev nayê wê wateyê ku ne pêwîst e ez fêrî çekê bibim berovajî wê ye. Divê em hemû ji bo parastinê perwerdeyê bibînin. Heger were xwestin ez û zarokên xwe em ê di yek çeperê de li berxwe bidin. Axa ku ez li ser dijîm wekî zaroka min e. Parastina wê erkê min e. Em jî wekî dayikên ereb perwerdeya xwe dibînin. Ez bang li tevahî dayikên ereb dikim ku werin û perwerdeya xwe bibînin."
 
'Tevî ez ducanî me lê ez taxên xwe jî diparêzim'
 
Eyşe Salih jî tevî ku ducanî ye, lê parastina kolan û taxa xwe yek ji erkên xwe dibîne û di saetên êvarî de tevî 3 cîranên xwe derdikeve parastinê. Eyşe wiha dibêje: "Raste ez ducanî me, lê erka vî welatî ji min jî tê xwestin. Ji ber wê em her şev derdikevin kolanê xwe ji diz û terorên ku dixwazin derbasî navçeyê û taxên me bibin, diparêzin."
 
'Perwerde qediya, lê dewrî û parastina kolanan dewam dike'
 
Têkildarî perwerdeya ku jin dibînin, Rêvebera HPC-JIN Medya Memo wiha got: "Pêwîstî hebû ku dayik û jinên ciwan perwerdeya şêwazê vekirin û girtina çekê bibînin. Ji ber ku dijmin nêzî me ye û ne diyar e di kîjan kêliyê de dê êrîşî me bike divê em her dem baldar bin. Dayik bi wî rihê têkbirina dagirkeriyê tevlî dewreyê bûn. Me perwedeya xwe qedand. Hêz û vîna jinên Rojava wê ji jinên cîhanê re bibe îlhama serkeftinê."