Jin wê di Konferansa Piştevaniya Mor de bên cem hev

  • 09:26 4 Sibat 2020
  • Rojane
STENBOL - Endama Piştevaniya Mor Yeşîm Guzel, ji bo konferansa ku wê di navbera 8-9’ê sibatê de pêk bê banga tevlîbûnê kir: “Ev wê bibe roja hevdîtina jinan. Wê her kes li kursiya mor biaxive.”
 
Piştevaniya Mor di navbera 8-9’ê sibatê de wê bi şîara ‘Bi înat têkoşîn bi înat azadî’ li Daîreya Zewicandinê ya Kadikoyê û Salona Konferansa Bîrleşîk Metal-Îş ya Bostanci 2’emîn Konferansa Jinan a Tirkiyeyê pêk bîne. Endama Piştevaniya Mor Yeşîm Guzel der barê konferansê de agahî da.
 
Yeşîmê daxuyakirin ku wê ji her çar alî Tirkiyeyê jin tevlî konferansê bibin û got: “Me di 2019’an de qanûna 6284 pir zêde anî ziman. Peymana Stenbolê pir anî ziman. Me mafê nefeqeyê pir anî ziman. Li hember mafên jinan xespên pir cidî hene. Em jî diyar dikin ku em ê mafên xwe û jiyanên xwe bi têkoşîna xwe bidest bixin.”
 
‘Hewcedariya me bi piştevaniyê heye’
 
Yeşîmê bi lêv kir ku wek Piştevaniya Mor li taxan, navçeyan rêxistinkirin û xebat meşandine û got di çarçoveya konferansê de jî çûne bazaran, atolye, dibistan û mutbexan û jin vexwendî kirine û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoyê de hewcedariya me bi piştevanî û yekitiyê heye. 8’ê sibatê wê bibe roja hevdîtina jinan. Em ê li vir kursiya mor bidin her kesî. Roja ewil wê jin derkevin ser kursiyê. Roja duyem wê xebat bên nîqaşkirin.”
 
Yeşîmê di dawiya axaftina xwe de got di dema nû de ne tenê parastin wê têkoşîn jî şênber be û got xebatên li herêmî jî wê bidomin.