Meral Daniş Beştaş: AKP bi pergala nobedariyê hêzên xwe yên paramîlîter ava dike

  • 09:06 4 Sibat 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Meral Daniş Beştaş ya HDP’î der barê ‘Pêşnûme Qanûna Nobedarên Sûk û Taxê’ nirxandin kir û diyar kir ku AKP dixwaze hêzên xwe yên paramîlîter ava bike.
 
AKP û MHP’ê ‘Pêşnûme Qanûna Nobedarên Sûk û Taxê’ ku rayeya nobedaran berfireh dike di rojên borî de di komîsyonê de derbas kir. Li gorî vê sererastkirina qanûnî nobedar wê bikaribin nasnameyan lêpirsîn bikin, lêgerînê bikin û pêkanîna binçavkirinê bikin, li kafe û kolanan mudaxaleyên kes bikin. Li ber vê bertek jî derketin holê. Her çiqas HDP li dijî vê derkeve jî di komîsyonê de derbas bû. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Sêrtê û endama Komîsyona Hiqûqê Meral Daniş Beştaş pêşnûme û encamên wê nirxand.
 
Meralê destnîşan kir ku mijara nobedariyê di nokteya pêkanînên derveyê hiqûqî de li Tirkiyeyê yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirinê ye. Meralê ev tişt vegot: “Li Enqereyê welatiyan bertekên cidî nîşanê nobedaran dan. Hema hema li hemû bajaran der barê nobedaran de bertek hatin nîşandan. Welatiyan der barê mijarê de gilî kirin. Nobedar qada jiyana welatiyan teng dike û bi pêkanînên kêfî welatiyan tacîz dikin. Welatiyên rastî şîdet û heqeretan hatine hene. Ev yek ne peywira nobedaran e. Peywira hêzên ewlehiyê nobedaran bi awayekî fîlî pêk dianî lê niha qanûnê re fermî bû.”
 
'Bi perwerda 41 rojî dibin nobedar’
 
Meralê bi lêv kir ku li Tirkiyeyê hewcedarî bi nobedaran tune û got: “Desthilatdarî ji bo ku gel bêdeng bike, krîmînalîze bike, van pêkanînan dike. Dibêjin pisgirêka ewlehiyê heye û pergala nobedariyê tînin. Ev hincet tu car nayê qebûlkirin. Ji xwe bi sedan polîs û leşker hene. 50 hezar zêdetir cerdevan hene. Mirovan di perwerda 41 rojî de derbas dikin, piştre dikin nobedar.”
 
‘Hêzên paramîlîter yên AKP’ê’
 
Meralê daxuyakirin ku nobedarek wê bi rehetî jin an jî ciwanan kontrol bike û got: “Ev pêkanîna ku polîs jî ne xwedî mafê wê ye, wê nobedar bikin. Ji ber vê ev bi tu awayî nikare bê qebûlkirin. Ez vê aşkera bêjim AKP ne ji bo gel, ji bo parastina xwe hêza paramîlîter ava dike. Bi pêkanîna nobedaran wê azadî û ewlehiya kesî nemîne. Hîna ku dereng nebûye divê her kes îtîrazên xwe li dijî vê bilind bikin.”