ROJEVA 4'Ê SIBATA 2020'AN

  • 09:00 4 Sibat 2020
  • Rojev
*Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên tund û dijwar bûye sedema talan û wêrana welatan. Jina bi navê Semîra Şêxo û keça wê Şîrîn ên ku bûne şahidê êrîşên tund û dijwar ên dewleta tirk û komên girêdayî wê, wiha dibêjin: "Çeteyan mala me talan kirin. Erebe û pereyên me birin. Niha jî mala me kirine baregeh û girtîgeh. Di çavên wan de kîna dijminatiya mirovan me didît, lê em bi hêviyên vegerê re dijîn." DÎMEN HEYE
 
* Melek Ozdemîr bi firotina pincaran debara mala xwe dike û 6 zarokên xwe xwedî dike. Melek got: "Ez serê sibêhe dest bi çinandina pincaran dikin û piştre jî li sûkên Sûrê difroşim. Lê qeyrana aborî bandorê li karê me jî kiriye û em nikarin êdî debara mala xwe bikin." DÎMEN HEYE
 
* Dengbêj Kurdê (Kurdîstan Şavluk) ku li dijî zihniyeta baviksalar serî rakir û 15 salin dengbêjiyê dike wiha dibêje: “Dengbêjî çand û hûnera kurdan e. Me heta niha bi dengbêjiyê êş, dert, şer û jiyana xwe anî ziman û hîn jî em tînin ziman. Dengbêjî reng û dengê jiyanê ye. Werin xwedî li dengbêjiyê derbikevin.” BI DÎMEN
 
*Meral Daniş Beştaş ya HDP’î der barê ‘Pêşnûme Qanûna Nobedarên Sûk û Taxê’ nirxandin kir û diyar kir ku AKP dixwaze hêzên xwe yên paramîlîter ava bike. BI DÎMEN 
 
*Li Peyas a Amedê mêrê bi navê S.G û sê kesên ligel wî li hemberî zaroka bi navê M.A êrîşa zayendî pêk anîbûn. Di doza dihatin darizandin de yekane gumanbarê girtî S.G jî hat tahliyekirin.
 
*Parlamentera HDP’ê ya Îzmîrê Serpîl Kemalbay, da zanîn ku alîkariyên AKP li ser mexduriyetê di bin navê ‘alîkariya civakî de’ dike, xizaniyê zêde dike û got: “Pirsgirêkên girîng îro tên jiyîn. Hewcedarî heye ku pirsgirêkên jinan neyên taloqkirin û ji îro şûnde em riyên ku bikaribin li ser piyan bisekinin biafirînin.”
 
*Cigira Serokatiya Giştî ya EMEP’ê Şukran Dogan, der barê rewşa girtiyên nexweş û yên li girtîghê jiyana xwe ji dest dane de axivî û got bi awayekî fîîlî cezayê mirinê tê ferzkirin.” BI DÎMEN 
 
* Endama Piştevaniya Mor Yeşîm Guzel, ji bo konferansa ku wê di navbera 8-9’ê sibatê de pêk bê banga tevlîbûnê kir: “Ev wê bibe roja hevdîtina jinan. Wê her kes li kursiya mor biaxive.” BI DÎMEN