Encamnameya civîna Koordînasyona Kongreya Star hat aşkerekirin

  • 08:47 4 Sibat 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Civîna Koordînasyona Kongreya Star a Rojava ya salê ku li bajarokê Rimêlanê hatibû li dar xistin, bi encamên girîng bi dawî bû. Di encamnameyê de hat diyar kirin ku dê dewreyên perwerdehiyê bidomîn, li dijî êrîşan xwe bi rêxistin bikin û dê lî dijî tecrîdê rêzeçalakî li dar bixin.  
 
Civîna Koordînasyona Kongreya Star a Rojava li sendîkaya kedkaran a bajarokê Rimêlanê navçeya Girkêlegê li Kantona Qamişloyê, hat li dar xistin. Civîn bi beşdarbûna 80’ê delegeyên jin ji tevahî sazî û rêxistinên jinan yên Kongreya Star ya li her sê herêmên Rojavayê Kurdistanê, pêk hat. Di civînê de mijarên girêdayî rêxistina jin û tevlîbûna wê di nava xebatê de yên nava salekê de, hat nirxandin. Nirxandinên ku hatin kirin li ser rewşa pêvajoya jin di qada siyasetê de, her wiha pirsgirêkên jin di nava civakê de, rêbazên çareseriyê û êrîşên li ser nirxên jin ji aliyê hêzên desthilatdar ve, jinan bi hev re parve kirin.  
 
Di civînê de li ser mijarên wekî rewşa siyasî, rêxistinî û rewşa jinan nîqaşên berfireh hatin kirin. Her wiha encamnameya civînê jî hat aşkerakirin û encamname wiha ye: 
 
"* Li dar xistina çalakiyan û xurtkirina asta berxwedanê ji bo rakirina tecrîdê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
 
*Li dar xistina çalakiyan li beramberî dagirkeriyê û kiryarên binpêkirina dewleta tirkiyê li ser asta giştî Rojava.
 
* Rêxistinkirina gel li ser bingeha rastiya gelê şoreşgerî û jiyana hevbeş.
 
*Perwerde li ser pareznameya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya pêncemîn.
 
* Nîşandana fîlîman li ser jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.
 
*Berdewamkirina dewreyên perwerdeyên ji mêran re yên ku hatine vekirin her wiha amadekariyên perwerdeyan ji wan re di herêmên ku kêm mane.
 
*Xurtkirina tevlîbûna di nava refên parastina axê de.
 
*Aktîvkirina komînên lawaz û dagirtina cihên vala.
 
*Şopandina xebatê kanton navçe, bajarokan û temamkirina hêjmarên komîte û hevserokên jin.
 
*Berdewamkirina ziyaretên gel û şopandina rewşa jinan ji nêz ve."
 
Civîn bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" bi dawî bû.