Komisyona Jinê ya ÎHD'ê: Divê jinên ducanî û bi zarok bên tehliyekirin

  • 14:50 3 Sibat 2020
  • Rojane
ÎZMÎR - Komisyona Jinê ya HDP'ê bi bîr xist ku 780 zarok bi dayikên xwe re di girtîgehan de ne û anî ziman ku divê jinên ducanî û bi zarok ji mafên zagonî fêdeyê bigirin û bên tehliyekirin.
 
Komisyona Jinê ya Şaxa Komisyona Jinê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, li avahiya xwe ya Konaka Îzmîrê ji bo balkişandina ser pirsgirêkên jinên bi zarok ên li girtîgehan civîna çapemeniyê li dar xist. ÎHD'ê got:"Dayikên ducanî yên di girtîgehan de û dayikên bi zarok divê negirtî bên darizandin. Cezayên ku girtibin jî divê bên taloqkirin. Zarok tevî dayikên xwe divê li derve bin û azad bin."Cemîle Karakaya li ser navê komisyona jinê metna daxuyaniyê xwend.
 
'Cihê girtî ji bo pêşketina zarokan ne baş e'
 
Cemileyê diyar kir ku pisporên Pêşketina Zarokan dibêjin zarok divê li cihên ji bo pêşketina wan baş be mezin bibin û wiha dewam kir:"Ji bo pêşketina zarokan cihê lê mezin dibin roleke mezin dilîze. Ji bo zarok bi awayekî baş tê bigihêjin divê cihê wan paqij be, tav bibîne, pêşketinên civakî hebe, aram be. Loma cihê zarokan ne nava çar dîwaran divê li derve be."
 
'Di girtîgehan de 780 zarok hene'
 
Cemileyê da zanîn ku li got qeydên Wezareta Dadê 780 zarok tevî dayikên xwe di girtîgehan de tên girtin û wiha got:"Parêzvanên mafên mirovan li dijî binpêkirina mafan li ber xwe didin. Divê jinên ducanî û bi zarok ji mafên zagonî fêdeyê bigirin û bên tehliyekirin."