HDP: Ji bo îktidara xwe mayinda bikin hêzên milîter dixin meriyetê

  • 12:52 3 Sibat 2020
  • Rojane
ENQERE - HDP'ê têkildarî pergala Bekçîvaniyê şerh danî û diyar kir ku wê bi pergala notirvaniyê cudakarî, muameleyên xerab û binpêkirina mafan zêde bibe. HDP, anî ziman ku AKP bi vê pergalê dixwaze artêşa istîxbarata xwe ya navxweşî ava bike. 
 
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), têkildarî "Pêşnûnaya Bekçiyê Taxan" ku erka polîs û Bekçiyan zêde dike û erka rahiştina çekê û lêpirsîna nasnameya welatiyan dide bekçiyan şerh danî. HDP'ê di şerhê de diyar kir ku AKP bi pergalê bekçîvaniya taxan dixwaze ajanda xwe ya siyasî têxe meriyetê û wiha got: "Di sala 2018'an de hêjmara Bekçiyan 11 hezar û 398 kes bûn. Hêjmara bekçî û polîsan 253 hezar û 886 kes bûn. Hêjmara polîs û bekçiyên li Tirkiyeyê ji hêjmara esker û polîsên welatên wekî Almanya, Fransa, Ukrayna, Îsrail, Fasê zêdetir in. Artêşa mezin a îstîxbaratê di serdema AKP'ê de hatiye avakirin. Li Tirkiyeyê serê 185 kesan polîsek dikeve. AKP bi pergala bekçiyan re dixwaze paradigmaya "Şerê bi civakê re" ava bike. Li Tirkiyeyê îktîdar dixwaze otoriteriya xwe bi ewlehiyê pêş bixe. Ji bo vê yekê hêzên militer dixin meriyetê." 
 
HDP'ê di şerhê de anî ziman ku her baweriya welatiyan a li dijî îxtîdarê kêm dibe, îqtîdar jî bêtir serî li rêbazên tundî û ewlehiyê dide û wiha got: "Pergala bekçîvaniyê nîşaneya dewleta partîbûnê nîşan dide. Bekçîvanî çav, guh, ewlehî û kelepçeya îqtîdarê ye. Dixwazin bi pergala Bekçivaniyê civakê bêtir têxin kontrola xwe û bi rêve bibin. Ev perçeyek rejîma îstîbdat a Abdulhamit e û perçeyek rêveberiya Îttihatiyê ye. Bi taybetî dixwazin berçiyan li dijî hêzên muxalif bikin amûr. Bi pergala Bekçîvaniye de dê binpêkirina mafan, muameleyên xerab zêde bibe. Dê cudakariya navbera civakê zêde bibe. Li gorî feraseta AKP'ê dê karibin kesan bi awayekî keyfî rawestînin û li nasnameya wan binerin. Dê bi "Hincetên maqûl" cudakariyê pêş bixin. 
 
Di bin navê Artêşa Nijadî ya Sûriyeyê (SMO), nasnameya welatibûnê da gelek kesên endamên komên radîkal ê rêxistinê. AKP'ê bi van komên radîkal re tora organîk ava kir. Dîsa gelek soz da wan. Dixwaze vê soza xwe bi pergala bekçîvaniyê têxe meriyetê. Dê bi vê pergalê welatiyan deq bike."