KCDP: Di meha çile de 27 jin hatin kuştin

  • 12:49 3 Sibat 2020
  • Rojane
STENBOL - Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin rapora xwe ya meha çile aşkera kir. Li gorî raporê di meha çilê de herî kêm 27 jin ji aliyê mêran  ve hatin kuştin. 
 
Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP), rapora xwe ya meha çile aşkere kir. Li gorî daxuyaniya platformê, di meha çilê de 27 jin hatin kuştin. 7 jin bi awayekê biguman mirî hatin dîtin, sedema kuştina 22 jinan nehat tespît kirin û 5 jin ji ber ku xwestin hevjînê xwe berdin hatin kuştin. Piraniya jinan ji ber li hevkirin redkirin, xwestin hevjînê xwe berdin, daxwaza têkiliya hevalitiyê red kirin û xwestin teşeyek nû bidin jiyana xwe hatin kuştin. 
 
Di daxuyaniya KCDP’ê de ev agahî hatin dayîn: “Heya ku jin ji aliyê kî ve û ji bo çi tên kuştin neyin tespît kirin, wê derizandinek adîlane neyê kirin, cezayên kêm ji bo qatil û bersûcan bên dayîn, asta tundiyê wê zêdetir bibe.” 
 
Di rapora  KCDP’ê de ev dana hatin parvekirin: “Di meha çilê de 27 jin hatin kuştin. Nehat zanîn ku 3 jin ji aliyê kî ve hatine kuştin. 7 jin ji aliyê heskiriyên xwe ve, 5 jin ji aliyê hevjînên xwe ve, 5 jin jî ji hêla kurên xwe ve, 3 jin ji aliyê bavên xwe ve, 2 jin ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve, jinek ji aliyê xizmê xwe ve û jinek jî ji aliyê heskiriyê xwe yê berê ve hatin kuştin. 15 jin bi çekê, 8 jin bi amûrên birînê û 2 jin bi lêdanê hatin kuştin. Jinek hat xeniqandin û jinek jî hat şewitandin."