Civîna salane ya Kongreya Star a Rojava dest pê kir

  • 12:46 3 Sibat 2020
  • Rojane
QAMIŞLO - Koordînasyona Kongreya Star a Rojava civîna xwe ya salane li bajarokê Rimêlanê, dest pê kir.
 
Civîna salane ya Koordînasyona Kongreya Star a Rojava li sendîkaya kedkaran a Bajarokê Rimêlanê ya navçeya Girkêlegê li kantona Qamişloyê, dest pê kir. Civîn bi beşdarbûna 80 jinî ji tevahî saziyên jin ên ku di bin sîwana Kongreya Star de xebatê xwe didin meşandin pêk hat. Civîn wê du rojan dewam bike.
 
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, civîn bi nirxandina rewşa siyasî ji aliyê Endama Koodînasyona Kongreya Star a Rojava Asya Abdullah, hat vekirin.
 
Li ser  herêmên me embargoyên qirêj hene
 
Asya di destpêka axaftina xwe de wiha got: "Aloziya ku li Rojhilata Navîn tê jiyîn tevahî netewan digire dest. Vê aloziyê pir xerabî bi xwe re anî.  Mixabin li ser vê herêmê ambargoyên qirêj hene. Êrîşên ku tên kirin bingeha xwe ji zihniyeta desthilatadiyê, ya ku li dijî çanda gelan û jiyana hevbeş şer dikin, digire.  Ambargoyên qirêj  li hember îradeya gelan e û parçebûna di navbera gelan de esas digire."     
 
Li hemebr nasnemaye jinê siyasetên inkarê hatine meşandin
 
Di domandina axaftina xwe de Asya destnîşan kir ku li dijî siyasetên qirêj ku li ser nasnemaye jinê tên kirin, têkoşîna wan didome û wiha pê de çû:  "Li hember nasnameya jinê, siyaseta inkarê hatiye meşandin.  Berxwedana gelan û jinan li vê herêmê pêvajoyên pîroz in. Hêzên desthilatdar  di çarçoveya berjewendî û siyaseta xwe de,  carake din dixwazin nexşeya herêmê li gor xwe çê bikin, li hember vê yekê jî îrade û israra gelan heye. Em jin bi hêza xwe hebûna xwe mayinde dikin û dê di nava sîstemeke demokratîk de asta têkoşîna jinan, xurt bibe." 
 
Tirkiye êrîşî sîstemên demokratîk dike
 
Asya di nava nirxandina xwe de bal kişand ser  êrîşên li ser projeya demokratîk û wiha got: "Di nava vê rewşa aloz de, gelê ku pêşengtiya projeya çareseriyê  dikin, bi israr nirxên xwe diparêzin û dibin xwedî proje. Pirsgirêkên  pêşveçûna azadiyê girîng in, li hember grûbên êrîşkar vîna gelan li pêş e. Çete û alîgirên ku dixwazin gelê me tune bikin bi ser neketin. Rast e xeterî hîn dewam dikin. Bi taybet xeteriya zindîbûna DAIŞ'ê. Di nava itifaqan de siyaseta dewleta tirk divê rê li pêşiya wê bê girtin. Tirkiye êrîşî sîstemên demokratîk dike. Heta ku tirkiye bi êrîşên xwe dewam bike pirsgirêk çareser nabin û DAIŞ jî tune nabe."      
 
'Em ê  têkoşîna xwe mezin bikin'
 
Asyayê bal kişand ser hebûna hêzên ji derve û wiha dom kir: "Hêzên ku li ser erdê hene  hemû dijminatiya vî gelî dikin. Serweriya axa Sûriyeyê naxwazin. Li dijî hêzên derve berxwedna gelan heye. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Ji bo pêşxistina çareseriyê li ser hîmên demokrasiyê em ê siyaseta xwe xurtir bikin."
 
Piştî nirxandina rewşa siyasî perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hatin xwendin. Niha jî wê raporên herêman werin xwendin. Her wiha di roja duyemîn ya civînê de, wê nîqaş li ser rewşa rêxistinî bên kirin û çareseriyên mayinde ji bo rewşa jinê werin pêşxistin.