Serdozgeriyê serlêdana malbatan red kir
- 12:52 1 Sibat 2020
- Rojane
STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana hevdîtinê ya malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên red kir.
Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdana hevdîtinê ya birayê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ku duh kiribûn red kir. Her wiha serdozgeriyê serlêdana hevdîtinê ya malbatên girtî Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî red kir.