Konferansa 'Em jin in ji bo azadiya xwe em hene' dest pê kir

  • 11:50 1 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Konferansa TJA'yê bi dirûşma  'Em jin in ji bo azadiya xwe em hene. Em ji bo guhertinê li ser piya ne' bi tilîlî û gerandina govendê dest pê kir. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), bi dirûşma  'Em jin in ji bo azadiya xwe em hene. Em ji bo guhertinê li ser piya ne' bi beşdarbûna 700 delegeyên jin konferansa ew ê du rojî bidome dest pê kir. Ji Îngilistanê rêxistinê jinan û rêxistinê Kurdistana Federe, saziyên femînîst, Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan, Hevberdevka HDK'ê Îdîl Ugurlu, nûnerên STK'ê, Dayikên Aştiyê  û gelek kes beşdar bûn. Li eywana konferansê pankartên bi nivîsê "Jina jiyanê azad dike jina herî xweşik e","Dema em bi ser bikevin wê demê em hene" hatin daliqandin.