Li Xarpêtê li pey hev erdhej pêk hat

  • 10:00 1 Sibat 2020
  • Rojane
XARPÊT - Di saetên şevê de li Xarpêtê du erdhejên bi pileya 4,8 û 4,3 li pey hev rû dan. Welatiyan li gel hewa sar şeva xwe li derve derbas kir. 
 
Li navçeya Xoxê ya Xarpêtê di saetên şevê de du erdhej li pey hev pêk hatin. Rasatxaneya Kandîllî eşkere kir ku erdhej bi pileyên 4,8 û 4,3 pêk hatin. AFAD’ê jî ragihand ku erdhej bi pileya 4,5 û 4,2 rû dane. 
 
Erdhejên li pey hev pêk hatin rê li ber fikaran vekirin û welatiyan li gel hewa sar jî şeva xwe li derve derbas kirin. 
 
Di 24’ê Çile de erdheja navenda wê navçeya Xoxê ya Xarpêtê bû bi pileya 6.8 pêk hatibû û rê li ber xesarên madî vekiribû û 41 însan jiyana xwe ji dest dabû û bi ser hezar û 600 kesî re birîndar bûbûn.