'Pêwîst e gelê herêmê bi xwe bibin kilîta çareseriyê'

  • 09:56 1 Sibat 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Endama Meclîsa Giştî ya PYD'ê Bêrîvan Hesen, bandora neyînî ya berjewendiyên dewletên navneteweyî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: "Tu dewlet naxwazin alozî û pirsgirêkên me bên çareserkirin. Pêwîst e em gelê herêmê  bi xwe bibin kilîta çareseriyê." 
 
Piştî ku li herêmên Rojavayê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat birêvebirin, gelên herêmê li ser esasê wê, xwe bi rêxistin kirin û herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin. Hemû pêkhate li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî  azad, wekhev û aram dijîn. Ji ber ku ev pergal wekheviyê diparêze, berjewendiyên şexsî naparêze, metirsiya  gelek dewletan  ji vê pergalê  heye. Ji ber vê yekê êrîşên ser herêmê zêde bûn û her kesî dixwest para xwe jê bigire. Têkildarî mijarê Endama Meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a kantona Kobanê Bêrîvan Hesen nirxandinê girîng kir.
 
'Dewleta tirk dixwaze projeya netewa demokratîk tune bike'
 
Bêrîvanê di destpêka axaftina xwe de  destnîşan kir ku bi sala ye dewleta tirk û hevalbendên wê li ser projeya tunekirina pergala netewa demokratîk û êrîşkirina herêmên kurdan dixebitin û wiha dom kir:" Piştî avakirina pergala Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê, gelên herêmê  bi  azad, aram û wekheviyê re dijîn. Ji bo ku pergala Rêveberiya Xweser belav nebe, dewleta tirk hemû hewildanên qirkirinê, pêk tîne. Dewleta tirk ji destpêka şoreşa 19'ê Tîrmehê ve, heta roja îro êrîşî herêmên Rojava dike. Êrîşên dewleta tirk ên li ser projeya netewa demokratîk bandor nekir, gelên herêmê di bin sîwana Rêveberiya Xweser de xwe bi rêxistin dikin. Her ku projeya netewa demokratîk li herêmê belav dibû, dewleta tirk gef û êrîşan, dike. Herêmên ku dewleta tirk dagir kiriye, rêbazên ne mirovî û ne exlaqî  li dijî sivîlan, tê kirin. Armanca dewleta tirk ji vê êrîşê ew e ku projeya netewa demokratîk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tune bike."
 
'Li ser axa me dewletên navneteweyî li gor bejewendiyên xwe tev digerin'
 
Bêrîvanê di dewamiya  gotinên xwe de bal kişand ser  rola koalisyona navneteweyî ya oparasyona li dijî çeteyên DAIŞ'ê û wiha pê de çû: "Berxwedana sedsalê ya Kobanê hişt ku dengeyên navneteweyî bên guhertin û oparasyona li dijî çeteyên DAIŞ'ê, dest pê bike. Dema ku dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Herêma Efîrnê kirin ne Rûsya, ne jî rejîmaa Sûriyeyê bi erka xwe rabûn, rê ji dewleta tirk  re vekirin ku êrîşî Efrînê bike. Cîhan li hember van êrîşan bê deng bû, tenê gelê Efrînê û şervanên azadiyê li dijî van êrîşan şer kirin. Di êrîşên li ser herêma Efrînê  diyar bû ku lihevkirineke di navbera dewleta tirk û Rûsya de heye. Di êrîşên li ser Serêkanî û Girê Spî  jî, lîstokek hebû. Dewletên navneteweyî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê li gorî berjewendiyên xwe tev digerin. Tu dewlet pirsgirêkên me çareser nakin. Pêwîst e em gelê herêman bi xwe bibin kilîta çareseriyê."
 
'Divê em bi hev re têkoşîn bikin û dagirkeran ji axa xwe derbixin'
 
Bêrîvanê di nava nirxandinên xwe de diyar kir ku li ber çavê tevahî cîhanê guhertinên demografîk li Bakurê Sûriyeyê çêdibin, her kes jî bê deng e û wiha  gotinên xwe dom kir : "Di hundirê Sûriyeyê de lîstokeke mezin ji aliyê dewleta tirk, Rûs û Emerîka ve, heye. Li Efrînê hemû pêkhate bi ziman, çand û nasnameya xwe dijiyan. Piştî dagirkirina herêma Efrînê, ala dewleta tirk li wir  hatiye hildan, zarok bi zimanê tirkî tên perwedekirin û her tişt bi rengê tirkî ye. Guhertinên demografîk ên ku li  herêmên Bakurê Sûriyeyê tê çêkirin, wê bi demê re xerabûnekê di tevahî Sûriyeyê de çê bike. Ji bo vê jî gelê Sûriyeyê bi giştî û bi taybet jî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hember vê yekê  divê hişyar bin. Em bi hêvî ne ku di demeke nêz de danûstendin di navbera Rêveberiya Xweser û rejîma Sûriyeyê de bigihêjin encamên rast. Divê em bi hev re têkoşîn bikin û dagirkeriyê ji axa xwe derbixin."
 
'Em ê hêviyên gelê xwe pêk bînin'
 
Bêrîvanê wiha dawî li nirxandinên xwe anî: "Me projeya netewa demokratîk esas girt. Projeya ku mafê hemû pêkhateyan diparêze û di pêşerojê de ev proje wê li tevahî Sûriyeyê wê belav bibe. Wek partiyên siyasî û bi taybet ên Kurdî, pêwîst e helwesta me li hember êrîşên ku li ser gelê Kurd tên kirin, yek be.  Em vê yekîtiyê xurt bikin. Hêviyên me hene ku  wê di demeke nêz de yekîtiya mala Kurdî bê avakirin û hêviyên gelê  me wê pêk werin."