‘Heta bi jina azad civaka azad neyê afirandin em ê dest jê bernedin’

  • 09:12 1 Sibat 2020
  • Rojane
Berîtan Canozer
 
AMED - Semra Guzel a HDP’î biryar û nîqaşên di kongre û koferansan de hatine girtin û nîqaşkirin nirxand û got: “Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm destkeftiyên xwe li her derê biparêzin û mezin bikin. Em di têkoşînê de bi biryar in û heta jin azad nebin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
 
HDP’ê bajarên Tirkiye û li herêmê kongre pêk anî. Di kongreyan de rê û rêbazên nû hatin diyarkirin û di hefteyên borî de jî li Enqereyê hem konferansa giştî hem jî ya jinan pêk hat. Di konferansan de du rojan nîqaşên cidî hatin meşandin. Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, nîqaşên hatine meşandin û biryarên hatine girtin nirxand.
 
‘Qeyûm êrîşên li dijî îradeya gel in’
 
Semrayê got di demeke ku li hember HDP’ê êrîş û zext tên jiyîn de kongre û konferans pêk anîne û got: “Beriya konferansan me kongreyên navend û navçeyan pêk anîn. Bi tevlîbûna gel kongre pêk hatin. Di kongreyê de nîqaş, pêşniyar û rexne hatin kirin. Her wiha pêvajoya siyasî û pirsgirêk hatin nîqaşkirin. Polîtîkayên dagirkirinê, operasyonên qirkirinaê, êrîşên li hember Rojava, polîtîkaya qeyûman hat nîqaşkirin. Qeyûm di esasê de polîtîkaya dagirkirinê ye. Êrîşek li hember nasnameya Kurd û pergala hevserokatiyê ye.”
 
‘Ji bo yekitiya di navbera gelan yekane rê HDP ye’
 
Semrayê bi lêv kir ku der barê qelsiyan de jî pêşniyarên çareseriyê hatine axaftin û siyaseta rêya sêyemîn jî alternatîfeke û got: “Carek din derket holê ku hewcedarî bi rêxistinbûna civakê heye. HDP di encama projeya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de derket holê û ev hemû cudahiyan dihewîne. HDP nasnameyên cuda dihewîne. Yekane partiya ku yekitiya gelan pêk tîne HDP ye. Ji ber vê jî ji roja ewil de di hedefa êrîşan de ye. Ji bo yekîtiya me tenê di asta navendî de nemîne, me biryar da ku em ji herêmî de xebatên xwe rêxistin bikin. Em ê xebatê rêxistinbûna navbera gelan pêk bînin.”
 
‘Em ê di xebatên yekitiya neteweyî de cih bigirin’
 
Semrayê ev tişt anî ziman: “Li Kurdistanê niha ji bo yekitiya neteweyî pêngav hat avêtin, xebat hene. Ev xebat ji bo gelê Kurd gelek girîng e. Ji bo xebat bên xurtkirin wê HDP berpirsyariyê bigire. Derket holê ku divê HDP û KCD bi hev re plan û bernameyê derxin holê. Mijareke din ya herî zêde tê nîqaşkirin krîza aborî ye. Betalî her diçe zêde dibe û hejmara jinên betal zêde dibe. Polîtîkayên şer sedema krîza aborî ne. Şer çiqas kûr bibe wê krîz jî ewqas giran bibe. Yekane riya ku ji krîzê bê derketin ev e ku divê polîtîkayên aboriyê yên HDP’ê pêk bên. Em roj bi roj ji hilberînê dûr dikevin. Divê em bikevin pêvajoya hilberînê. Bi kongreya giştî re di HDP’ê de wê hilbijartinên nû yên PM MYK’ê bên kirin. Divê xebatên endamtiya HDP’ê bê mezinkirin. Em ê li ser kêmasiyên xwe kûr bibin. Em ê komîsyonên taxa ava bikin û bikevin hemû taxan.”
 
‘Divê li dijî tecrîdê têkoşîna mezin bê meşandin’
 
Semrayê daxuyakirin ku der barê rêveberiyên herêmî de gelek pêşniyar hatine û got: “Me dît ku divê şaredariyên me zêdetir biçin cem gel. Me dît ku divê bi gel re biryar bên girtin. Yanî dema der barê tax an jî bajar de biryar bê girtin divê pêşniyar û biryarên gel bên guhdarkirin. Em ê giraniyê bidin xebatên jin û ciwanan. Di konferansa jinan de jî ev derket holê;sala 2019’an sala berxwedanê bû. Jin her tim di eniya pêş de bûn. Divê em jin li dijî tacîz, tecawiz, îstîsmar û kuştinê bibin xwedî hişmendî û xwe rêxistin bikin.Yek ji mijareke din a girîng jî tecrîd bû. Divê em li dijî tecrîdê têkoşîneke mezin bidin meşandin.”