‘Qedexe îşkenceya li girtîgehan derdixe du qatî’

  • 09:08 1 Sibat 2020
  • Rojane
MÊRDÎN - Li girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2'yem a Tekîrdagê, pirtûk û cil û bergên ji girtiyan re tên şandin nayên dayîn. Dayika girtî, Celîla Alak bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku divê demildest dawî li pêkanînên nebaş û îşkenceya li girtîgehan bê anîn.
 
Girtiyên herêmê û Tirkiyeyê yên bi binpêkirinên mafan û zextan ji rojevê nakevin, roj bi roj binpêkirinên mafan ên nû lê tên jiyîn. Lêgerîna tazî, li ser piyan jimartin, dermankirina bi kelepçe, ji mafê xizmeta tenduristiyê bêparhiştin û her wekî tên jiyîn, roj bi roj yên nû jî lê tên zêdekirin. Li girtîgeha Tîpa F ya Hejmara 2'yem aa Tekîrdagê ku bi pêkanînên mafan ji rojevê nakeve, hat hînbûn ku pirtûk û cil û bergên ji bo girtiyan tên şandin jî nayên dayîn.
 
Her cureyê îşkenceyê dikin’
 
Dayika girtiyekî, Celîla Alak bi lêv kir ku pirtûkên ji girtiyên xwe re şandine du mehe nedane wan û got: “Kurê min 5 sale girtiye. Berê jî ji me pirtûk dixwest. Herî dawî me şandin lê ev du meh e nedanê. Ew bixwe li me geriya û got ‘bêyî hincet pirtûkên me nadin me’. Ne tenê ev pêkanîn, pirtûkên destên girtiyan de jî tên girtin. Ji xwe di nav çar dîwaran de ne. Gelo hîna çi ji wan dixwazin. Bi qedexeyan îşkenceyê zêde dikin. Ewqas mirov bêyî sûc di girtîgehan de ne. Bi vî awayî jî dixwazin îşkenceyê bidin berdewamkirin.”
 
‘Bila dawî li van qedexeyan bînin’
 
Celîlayê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bilî pirtûkan, betanî û cil û bergên dişînin jî nadin girtiyan û got: “Betaniyên em dişînin jî nadin girtiyan. Em vê zilmê qebûl nakin. Bila demildest dawî li van pêkanînan bînin. Zarokên me ji xwe ji me dûr in. Em nikarin biçin cem wan. Li wir îşkenceyê jî li wan bikin nabêjin. Em nizanin li wir çi dijîn. Bila dawî li qedexeyan bînin.”