Li Amedê serê gavê pêkanîna GBT’ê ya bi kêfî

  • 09:07 1 Sibat 2020
  • Rojane
AMED - Li Amedê di demên dawî de ji aliyê polîs û nobedaran ve pêkanînên GBT’ê yên kêfî zêde bûne û welatiyan diyar kirin ku ew ji vê rewşê gelek ne rehet in û destnîşan kirin ku ev pêkanîn bi awayekî kêfî tê kirin.
 
Li herêmê û Tirkiyeyê tevî ku OHAL rabûye jî pêkanînên polîs û nobedaran ji OHAL'ê xirabtir e. Di serî de li Amedê û li gelek bajarên herêmê polîs û nobedar bi awayekî kêfî pêkanîna Komkirina Agahiyên Giştî (GBT) pêk tîne û ev jî rastî berteka gel a weke ‘Di bin navê operasyona aramiyê de aramiya me nemaye’ tê. Li Amedê serê gavê pêkanîna GBT'ê pêk tê û her kes ji vê bi gazinc e û em rojnameger jî dibin şahidên van pêkanînan û nisîbê xwe jê digirin. Em bertekên gel bi çavdêriyên xwe bi were parve dikin.
 
Li her quncikê pêkanîna GBT'ê
 
Li her derê Amedê polîs û nobedar li gorî xwe kesên di rê de dimeşin, li bankan rûdinin an jî bi karekî re mijûl dibin, didin sekinandin û bi deqeyan lêpirsîn dikin. Her wiha nobedar xwe di ser polîsan de dibînin û nêzîkatiya wan a ku gel biçûk dixîne jî balê dikşîne. Pêkanînên GBT'ê ku di mehên dawî de gelek zêde bûne bi taybet li kafeyan bi awayekî cidî tê dîtin. Polîs dikevin kafeyan û kontrola GBT’ê dikin û li her derê kafeyê digerin.
 
Di rojên borî de em jî rastî pêkanînek wisa hatin. Her kes li kafeyê rûniştibû û çend kesên sivîl ketin hundir û nasnameyên xwe derxistin û gotin ji axa asayîşê hatine. Polîsên ji bo GBT’ê nasnameya hemû kesî girtin; li aliyê din jî bala xwe dan strana li kafeyê lêdida. Polîsekî nasname bi awayekî hişk li maseyê da û got ‘muzîkê bigire’ û got di stranê de gotina ‘qedexekirî’ heye. Muşteriyên li kafeyê bertek nîşanê rewşê dan û polîsan jî tehîda ‘agahî bidin ekîba TEM’ê bila bên’ kirin.”
 
Li dijî rojnameya Yenî Yaşam bêtehemulî
 
Li kafeyê alozî zêde bû û polîsê li rojnameya Yenî Yaşam a li ser maseyê bû, mêze kir û got ‘ev ne qedexe ye? Çi karê vê rojnameyê li vir heye’. Li ser vê peywirdarê kafeyê got ‘madem qedexe ye çima tê belavkirin’. Ligel vê hemû kesên li kafeyê ji rewşê ne rehet bûn û yên nerehetiyên xwe anî ziman jî rastî tehdîdên polîs yên weke ‘tu parêzerî, tu yê çi bikî’ hatin.
 
Li Amedê serê gavê polîs û nobedar hene lê mixabin li dijî dizî, bikaranîna hişbir, îstîsmara zayendî, şîdeta li ser jinê û kuştinên jinan tu tedbîr nayê girtin. Em li ser vê difikirin û fikra kesên di GBT’ê de derbas bûne jî ev e: “Di bin navê operasyona aramiyê de kontrolên GBT’ê aramî nehiştiye.”