Jinên Şengalê: Li dijî êrîşkaran û dagirkeran em ê tu carî bêdeng nemînin

  • 09:03 1 Sibat 2020
  • Rojane
Viyan Saîd - Nesrîn Hisên 
 
ŞENGAL - Li hember êrîşên dewleta tirk û bêdengiya hikumeta Iraqê nerazîbûna şêniyên Şengalê zêde dibe. Jinên Şengalê diyar kirin ku ew êrîşên li ser xaka xwe bi zimanekî tund şermezar dikin û wiha gotin:"Em li dijî êrîşan serê xwe tu carî natewînin. Divê dewleta tirk dawî li êrîşên xwe û hikumeta Iraqê jî dawî li bêdengiya xwe bîne."
 
Dewleta tirk gelek carî êrîşî xaka Şengalê kiriye. Herî dawî jî di encama bombebarana balafirên dewleta tirk 4 şervanên YBŞ'ê jiyana xwe ji dest dabûn. Li hember van erîşan heta niha jî hikumeta Iraqê tû helwest nedaye nîşandan. Jinên Şengalê li dijî êrîşên dewleta tirk û bêdengiya hikumeta Iraqê nerazîbûna xwe nîşan dan û wiha gotin:"Li dijî êrîşkaran û dagirkeran em ê tu carî bêdeng nemînin. Tu mafê kesî tune ye êrîşî ser axa me bibe û bibe sedema komkujiyan."
 
'Divê hikumeta Iraqê dawî li bêdengiya xwe bîne'
 
Jina bi navê Meyan Xwededa diyar kir ku ew dixwazin êrîş bi dawî bibe û wiha got:"Li hemberî êrîşên dewleta tirk hikumeta Iraqê bêdeng e. Dema êrîş dibe şervanên Êzdîxanê birîndar dibin û şehîd dikevin. Em vê yekê qebûl nakin. Divê hikumeta Iraqê dawî li bêdengiya xwe bîne. Şervanên me gelek şêniyên Şengalê yên ketibûn destên DAÎŞ'ê rizgar kirin. Ew ji bo vê axê têdikoşin û şehîd dikevin. Divê cîhan jî li dijî vê zilmê bêdeng nemîne. Li dijî van êrîşan divê em Êzidî destên xwe bidin hevdu. Em vegerin ser axa xwe û axa xwe biparêzin."
 
'Ji bo em li ser piyên xwe bisekinin têkoşîn û yekîtî şerd e'
 
Jina bi navê Hayat Bedel jî da zanîn ku li dijî êrîşan ew ê xwe biparêzin û wiha dewam kir:"Ev ne cara yekem e ku ev êrîşên li ser Şengalê pêk tên. Dewleta tirk dijminê me ye. Kesên ku li dijî van êrîşan bêdeng dimînin em wan jî wekî dijmin dibînin. Saziyên mafên mirovan jî dema mijar dibe kurd bêdeng dimînin. Em vê yekê jî bi tundî şermezar dikin. Heta niha gelek zarok û civanên Êzidî hîn nexwiyane. Ewqas ferman bi ser me de hatin. Li dijî êrîş û bêdengiyan pêwist e em bibin yek û vegerin ser axa xwe. Heger em li ax û şervanên xwe xwedî dernekevin ev êrîşan ew ê bêtir bibin. Ji bo em li ser piyên xwe bisekinin têkoşîn û yekîtî şerd e."