ROJEVA 1'Ê SIBATA 2020'AN

  • 09:00 1 Sibat 2020
  • Rojev
*Li hember êrîşên dewleta tirk û bêdengiya hikumeta Iraqê nerazîbûna şêniyên Şengalê zêde dibe. Jinên Şengalê diyar kirin ku ew êrîşên li ser xaka xwe bi zimanekî tund şermezar dikin û wiha gotin:"Em li dijî êrîşan serê xwe tu carî natewînin. Divê dewleta tirk dawî li êrîşên xwe û hikumeta Iraqê jî dawî li bêdengiya xwe bîne." DÎMEN HEYE
 
*Li taxa camîkebîre bi salen  hemû ava qirêj û gelaşa derdorê dikeve robar, roj bi roj qirêjî zêde dibe û bîhna ku dertê pêşî li nexweşiyan vedike. Welatiyên taxê nêrazîbûn nîşanî nepaqijkirina robar dan û bang li rayedaran kirin ku beriya ev pirsgirîk nebe sedema nexweşiyên giran bila bê çareserkirin.  BI DÎMEN
 
*Li Amedê di demên dawî de ji aliyê polîs û nobedaran ve pêkanînên GBT’ê yên kêfî zêde bûne û welatiyan diyar kirin ku ew ji vê rewşê gelek ne rehet in û destnîşan kirin ku ev pêkanîn bi awayekî kêfî tê kirin.
 
*Li girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2'yem a Tekîrdagê, pirtûk û cil û bergên ji girtiyan re tên şandin nayên dayîn. Dayika girtî, Celîla Alak bertek nîşanî rewşê da û diyar kir ku divê demildest dawî li pêkanînên nebaş û îşkenceya li girtîgehan bê anîn. BI DÎMEN
 
*Semra Guzel a HDP’î biryar û nîqaşên di kongre û koferansan de hatine girtin û nîqaşkirin nirxand û got: “Em ê li dijî polîtîkayên qeyûm destkeftiyên xwe li her derê biparêzin û mezin bikin. Em di têkoşînê de bi biryar in û heta jin azad nebin em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”BI DÎMEN
 
*Jina bi navê Y.O di encama şîdeta mêr de çavekî xwe winda kiribû û parêzerên ÇHD û OHD’ê yên tevlî dozê bûbûn, pêvajoya darizandina 3 salan û nêzîkatiya li hember wan û muvekîla wan, helwesta darazê nirxandin.BI DÎMEN