Meclisa Îştar ji bo ambargoyê banga hestiyariyê kir

  • 17:46 31 Çile 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Meclis Jinan a Îştar a Mexmûrê derbarê ambargoya ku li ser Mexmûrê  de daxuyanî da û abargo şermezar kir. 
Di daxuyaniya ku li ser navê Meclisa Îştar hat dayîn de hat diyarkirin ku ev 198 roje ambargo li ser wergiha Mexmurê heye, gelek caran hewil hat dayîn ku ji bo bi rayadarên PDK ê re hevdîtin werin kirin lê heta niha ti bersiv ne hatiye dayîn.
 
Ji 17 Tîrmiha 2019 ve bê ku hincetek were nişandan ji aliyê PDK ê ve ambargo li ser wergiha penaberan a Şehîd Rostem Cudî  (Mexmurê) hatiye danîn. Nexweş xwendevan û karker ji bo pêdeviyên xwe bi tu awayî nikarin derbasî bajdarê Hewlêrê bibin. Bi minasebeta ambargoya 198 roj e li ser wergihê ambargo bê navber didome ji aliyê Meclisa Îştar ve daxuyanî hat dayîn. Berî daxuyanî dest pê bikê ji bo cangoriyên azadiyê yek deqe rêz hat girtin. Daxuyanî ji aliyê Endama Koordînesyona Mecilisa Îştar Çîçek Cengîz ve hat dayin.
 
 di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Weke ku hemu hêzên azadî û demokrasiyê jî dizanin îro hem li Kurdistanê, hem li Tirkiyê û hem jî li Rojhilata Navîn qeyranek mezin heye. Ev qeyran ji aliyê hêzên kapîtalîst yên netewdewletan ve tê rêvebirin û hedefa wan de jî çanda gelan a demokratîk ji holê rakirin heye. Ji ber ku Rêber Apo li hemberî wan hêzên kapîtalîst yên cîhanê îdeolojiya paradîgmayek nû afirandin û ji bo jin û gelê cîhanê jiyanek alternatîf pêş xist bû hedefa Sereke ya hêzên faşîst, qirker, metînger yên cîhanê.” 
 
'Biryara Ambargoyê Tirkiye daye'
 
Çîçek kê di berdewamiya axiftina xwe de wiha got: “Weke tê zanîn di 15’ê Sibata 1999’an de ji aliyê hêzên navneteweyî yên desthilatdar li hemberî Rêber Apo komployek mezin hat pêkanîn, xwestin bi vê komployê iradeya jina kurd û Gelê Kurd tune bikin. Di encama vê komployê de Kurdan bi qirkirinê xilas bikin. Ew komploya navneteweyî heman demê de êrişa li hemberî jinên cîhanê û gelên azadîxwaz e. Li ruxmê hemu zor û zehmetiyên pergala îşkenceya Îmraliyê Rêber Apo têkoşîna xwe berdewam kir. Ji bo jin û gelan rê li ber serkeftinên mezin vekir. Ji ber hêzên faşîst yên cîhanê ev rewşê dîtin li ser Rêber Apo Êrişên xwe fireh kirin û tecrîdek girankirî xistin meriyetê. Îro jî ev komplo berdewam dike, hêzên faşîst û komploger weke berdewamiya komployê li wargeha Şehîd Rustem Cûdî jî êrişên xwe yên hovane didomînin. Di encama van êrişan de weke wargeh ev 204 roj in em di bin ambargoyê de ne. Em jî di vê ferqê de ne ku hêzên faşîst, dagirker hebun û îradeya me napejirînin û dixwazin me ji holê rakin. Biryara ambargoyê ji aliyê dewleta faşîst a Tirkiye ve hatiye dayîn û bi alikariya hevkarê xwe PDK’ê ve polîtîkayên qirêj xistine meriyetê. Îro hemu hêz û aliyên ku li hemberî vê ambargoyê bêdeng dimînin alikariya dewleta tirk a faşîst dikin. Li hemberî ambargo û êrişên dewleta dagirker bêdengmayîn sûcê mirovahiyê ye.”
 
'Li hemberî ambargoyê bêdeng nemînin'
 
Di dawiya daxuyanîyê de ev bang hat kirin: “Em weke jinên wargeha Şehîd Rustem Cudî bang li neteweyên yekbûyî û hikumeta Iraqê dikin ku li hemberî vê ambargoyê bêdeng menînin. Di van rojên ku em nêzî 21’emîn salvegera komploya navetewyî de ne em wek jinên wargehê vê komployê û ambargoya li ser Mexmûrê şermezar dikin û dibêjin êrişên dijmin çi dibin bila bibeem heta azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe em ê bidomînin û li ber xwe bidin." 
 
Daxuyanî bi duruşmên “Bijî Serok Apo”, “Bimre faşîzm û dagirkerî”, “Bimre îxanet û komploya navneteweyî” bi dawî bû.