Zaroka ku hat îdakirin întîhar kiriye jiyana xwe ji dest da

  • 15:53 31 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Zaroka bi navê Zelal Yilmaz a 17 salî ku hat îdakirin li Yenîşehirê întîxar kiriye jiyana xwe ji dest da.
 
Li navçeya Yenîşehir ya Amedê di 29'ê Çileyê de hatibû îdakirin ku zaroka bi navê Zelal Yilmaz (17) bi çekê întîhar kiriye. Zelal a ku giran birîndar bû rakiribûn Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîlê. Zelal li gel hemû mudaxeleyan nehat rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.