OHD: Divê em hînî tecrîdê bibin, ev rejîma hiqûqê ya zimnî ye

  • 15:38 31 Çile 2020
  • Rojane
AMED - Şaxa OHD'ê ya Amedê, derbarê tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da çapemeniyê, got ku divê ew hînî tecrîdê bibin û wiha berdewam kir: "Ev rejîma hiqûqê ya zimnî ye û kuneke reş ya hiqûqî ye."
 
Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Parlementerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Remziye Tosûn û Mûsa Farisogûllari, rêveberên HDP’ê, Komeleya 78’an a Amedê, MED TUHAD-FED, TUAY-DER, Kongreya Îslamî ya Demokratîk (KÎD), OHD, vasiyê Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan, Mazlûm Dînç û endamên Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê beşdarî civînê bûn.
 
Rêveberê Navenda Giştî yê OHD’ê Berdan Acûn daxuyanî xwend. Acûn bal kişand ser binpêkirina mafên mirovan û wiha got: “Em her roj dibin şahidê îhlalên mafan. Tecrîd îhlala mafê jiyanê ye. Tecrîd di serê îşkence, muameleya nebaş, pişaftina çand û ziman, komkujiya jinan, îstîsmara zarokan û bêcezabûyînê de tê. Cihê ku tecrîda herî giran lê tê sepandin Girtîgeha Îmraliyê ye. Îmrali ne tenê giraveke ku girtîgeh lê heyî ye. Pergaleke sepandina cezaya ye.”
 
'Tecrîd tenê ne li Îmraliyê pêk tê'
 
Berdan qala têkiliya Îmraliyê û pergalê kir û wiha berdewam kir: “Girtina birêz Abdullah Ocalan a Gravê, bi armanca cudahî, yekkirin, cezayê girankirî û îtaata bi darê zorê tê kirin. Ji ber vê yekê pergala tecrîdê ne cezakirin, teknîka rêveberiyê ye. Tecrîd ne tenê li ser girtiyan, di serîda malbat li ser civakê jî tê pêkanîn.”
 
Berdan bal kişand ser biryara Dadgeha Jêcudakarinê ya Îngîlîstanê ya ser tecrîdê û wiha axivî: “Welatiyê Îngîlîzî Ferroz Abbasî yê ku di Guantanamoyê de hatî girtin, dadgehê derbarê wî de biryara ‘di kuneke reş a hiqûqî de ye’ da û diyar kir ku bi awayekî kefî hatiye girtin. Esas Guantanamo û Îmrali rewşên heman kuna reş a hiqûqî ne. Ev kunên reş carna girtîgeh, carna baregehên komkirinê, heremek, bajarek, civakek û carna jî dibe ku bibe welatek.”
 
'Birêz Ocalan nikare mafê xwe bi kar bîne' 
 
Berdan da zanîn ku mafê girtiyan ên hevdîtina bi malbat, parêzer û ji derve re bi qanûnan hatiye temînkirin û wiha got: “Bi salane birêz Ocalan nikare mafên xwe bi kar bîne. Mecbûriyetiyeka wî heye ku ji mafên xwe sûdê bigire. Hiqûq li gorî desthilatdarî, partî û kesan nayê sazkirin. Ji ber vê yekê herkes mecbûre ku li gorî hiqûqê tevbigere. Ev sepanên bêhiqûqî ji bo werin sekinandin em raya giştî vedixwînin hestiyariyê.”