Mamosteyên Mexmûrê: Tecrîd tê wateya tunekirina gelê Kurd

  • 14:11 31 Çile 2020
  • Rojane
MEXMÛR - Mamosteyên Mexmûrê derbarê komploya navneteweyî de li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyanî dan. 
 
Mamosteyên Mexmûrê derbarê komploya navneteweyî de li Dibistana Amadekariyê ya Mexmûrê daxuyanî dan. Berî daxuyaniyê ji bo têkoşerên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Daxuyanî li ser navê mamosteyan ji aliyê Ferîde Tekîn hat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Dagirkeriya tirk bi dehan salan e ji bo tunekirina Gelê Kurd qirkirinên cur be cur dikin. Her wiha tevkujiyên Amed, Botan, Agirî, Dersîm, Zîlan bi hevkariya dewletên hegemonîk hatine pêkanîn. Dîsa qedexekirina cil û berg û zimanê Kurdan jî bi hevkariya van hêzan pêk hatiye. Li hemberî van qirkirinan hinek ciwanên zana bi navê PKK’ê xwe rêxistin kirin û li hemberî vê zilmê şerê hebûn û tunebûnê dan meşandin. Dîsa bi alîkariya dewletên desthilatdar xwestin vê hêza pêşeng tune bikin. Dema dîtin ev hêz her ku diçe mezin dibe vê carê dîsa bi hevkariya hêzên desthilatdar rêveberiya rêxistinê kirin armanc, bi hevkariyek bêbextane rêberê rêxistinê birêz Abdullah Ocalan di encama tevgerek navnetewî de hat girtin û radestî dewleta tirk a faşîst hat kirin.”
 
Her çiqas jiber berxwedana gelê me nekarîn biryara darvekirinê li ser Rêberê me bisepînin jî her tim zordarî û bê mafî li ser dane kirin. Dîvê bê zanîn her cara dewleta tirk a dagirker bixwaze qirkirinê li ser gelê Kurd pêk bîne tecrîda girankirî datîne li ser Rêberê me. Ji ber dizane dema têkiliyê rêberê gelê Kurd bi gel re hebe wê planên wan yên qirkirinê bibîne û pûç bike. Lewra di destpêkirina her qirkirinekê de li ber çavê cîhanê tecrîdê dide pêkanîn û weke xuya dike ev tecrîd bi erêkirina desthilatdaran tê pêkanîn.”
 
Di dawiya daxuyaniyê de tevahî hêzên komploger hatin şermezarkirin û daxuyanî bi dirûşma “Bijî û her bijî gelê me yê berxwedêr û şoreşger”, “Bijî PKK”, “Bijî Rêber Apo” bi dawî bû.