Malbat ji bo için Îmraliyê serlêdan kirin
- 13:11 31 Çile 2020
- Rojane
STENBOL - Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbata Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo biçin Girava Îmraliyê hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatên girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ji bo hevdîtinê pêk bînin bi rêya parêzeran serî li heman serdozgeriyê dan.
Malbatan herî dawî di 12’ê tebaxa 2019’an de hevdîtin pêk anî bû û ji wê rojê ve serlêdanên malbatan hemû tên redkirin.