Fosfora dewleta tirk bi kar aniye hat belgekirin

  • 13:10 31 Çile 2020
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Enstîtuya Lêkolînê ya Wesslîng ku navenda wê li Swîsreyê ye, bi belgeyan piştrast kir ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê fosfora spî ya qedexekirî bi kar aniye.
 
Nîqaşên li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî ji aliyê dewleta tirk ve li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin. Însiyatîfa Parastina Rojava li Enstîtuya Lêkolînê ya Wesslîngê ya li Swîsreyê mijar li laboratûvarê da lêkolînkiirn. Di encamê de bi belgeyan eşkere bû ku dewleta tirk di êrişên xwe yên li ser Rojava de çeka fosfora spî ya qedexekirî bi kar aniye.
 
Enstîtuya Lêkolînê ya Wesslîngê nimûneyên ji şervanekî QSD'ê yê birîndar li laboratûvarê lêkolîn kir û di encamê de raporek ji 4 rûpelan amade kir. Di encama lêkolînê de li ser armanca raporê wiha hat gotin: "Ji bo bê nirxandin ku hêzên çekdar ên tirk di şerê xwe yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de çeka kîmyewî (mînak, reaktîfên bi fosfor) bi kar aniye yan na, nimûneyên ji şervanekî birîndar ê li reaktîfên kîmyewî rast hat."
 
Di dewama raporê de li ser encama lêkolînê ev tişt hat gotin; "Di nimûneya lêkolîn li ser hate kirin, rêjeyeke bilind a fosforê hate tespîtkirin ku ji rêjeya fosforê ya normal a li mirovekî bêhtir e. Tevî rêjeya bilind a fosforê her wiha tîpê birîndariyê jî (şewata ji ber kîmyewî) nîşan dide ku fosfora spî hatiye bikaranîn."