Îdianameya Rojnameger Sadiye û Sadik hat amadekirin

  • 12:07 31 Çile 2020
  • Rojane
STENBOL - Îdianameya nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê Sadiye Eser û Sadik Topaloglû hat amadekirin. Dozgeriyê, geştên derveyî welat, nîşe û materyalên nûçeyan "delîlên sûc" hesibandiye. 
 
Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê Sadiye Eser û Sadik Topaloglû, di 29'ê Mijdara 2019'an de hatibûn binçavkirin û paşê di 3'yê Kanûnê de ji ber îfadeyên şahidê bi navê Ozgur Baran bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibûn girtin. Îddianameya derbarê Sadiye û Sadik
de hat amadekirin. Di îdianameyê de binçavkirin û girtina Sadik ya di sala 2011'an de wekî "delîla sûc" hatiye hesibandin û her wiha geştên wî yên derveyî welat ên ji sala 2009'an heta 2015'an jî sûc hatine hesibandin. 
 
Di îdianameyê de îfadeyên şahidê bi navê Ozgur Baran jî hene. Ozgur, di îfadeya xwe de îdia kiriye ku Topaloglû, ji bo Navenda Lêkolînên Stratejîk (NPL) a îstixbaratê li Qendîlê hatiye perwerdekirin. Her wiha wêneyê Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ku Sadik ji bo nûçeyan li telefona xwe bar kiribû jî sûc hatiye hesibandin. Ajandaya wî ya reqemên telefonên jêderên nûçeyan tê de bû û lîsteya vexwendinê ya ji bo Pêşbaziya Rojnamevaniyê ya Mûsa Anter jî delîla sûc hatiye hesibandin. 
 
Di îdianameyê de binçavkirina Sadiye Eser a di sala 2012'an û şopandina bûyerên civakiyî jî sûc hatine hesibandin. Her wiha geştên derveyî welat ên  Sadiye jî sûc hatine hesibandin. Di binçavan de ji ber ku şîfreya telefona xwe nedaye di îdianameyê de wekî "helwesteke rêxistinî" cih girtiye. Di îdianameyê de îfadeyên şahid Ozgur Baran ên der barê  Sadiye de jî cih girtine. Ozgur, di îfadeya xwe de gotiye Eser, ji bo yekîneya îstixbaratê ya rêxistinê çûye Qendîlê û hatiye pwerdekirin. Muzîkên kurdî yên di MP3'yê de jî li dosyeyê hatine zêdekirin. 
 
Danişîna ewil a doza Sadiye û Sadik dê di 26'ê Adarê de bê lidarxistin.