‘Pêşnûmeya îstîsmarê encama polîtîkaya AKP’ê ye’

  • 09:15 31 Çile 2020
  • Rojane
STENBOL - Nûnerên rêxistinên jinan diyar kirin ku pêşnûmeya qanûna ku efûya ji bo îstîsmara zarokan tîne, nirxandin û diyar kirin ku dibe ku bibe qanûn û gotin wê têkoşîna yekbûyî ya li hember vê bidome. Hevseroka HDP’a Kadikoyê Gul Demîr, da zanîn ku pêşnûme encama polîtîkayên AKP’ê ye.
 
Pêşnûme qanûna ku ‘di îstîsmarên zarokan de bi riya zewacê efûyê’ tîne, di pakêta daraza duyemîn de cih digire û bertekên jinan li dijî vê didomin. Hikûmetê cara ewil di mijdara 2016’an de pêşnûme anîn Meclîsê û ji ber bertekên rayagiştî şûnde hatibû vekişandin û îro dîsa ji aliyê AKP’ê ve hat rojevê. Di pêşnûmeyê de tê pêşniyarkirin ku divê cudahiya temen di navbera zarok û gumanbar de ne di ser 10 salî de be û di rewşa zewacê de jî wê ceza bê taloqkirin.
 
‘Meclîsa Jinan a HDK’ê li dijî pêşnûmeyê xebatan dimeşîne’
 
Hevberdevka Meclîsa HDK’ê ya Stenbolê Gurbet Aydogan da zanîn ku wek meclîsa jinan a HDP’ê li dijî vê pêşnûmeyê xebatên wan hene û bi têkoşîna hevpar dikare pêşî li vê bê girtin û got: “Ev pêşnûme ne tenê ji alî jinan ve ji aliyê hemû kesî ve nayê qebûlkirin. Di konferansa jinan de yek ji rojeva me ya sereke têkoşîna li dijî şîdet û îstîsmarê bû. Ev yek ji sedem û hinceta têkoşîna me ye.”
 
‘Her kes êdî dizane ku ‘efûya ji bo îstîsmara zayendî’ çi ye’
 
Ji jinên Anarşîst Zeynep Tan jî bi lêv kir ku her çiqas bê gotin ku ‘sûcên îstîsmarê di çarçoveya efûyê de nayê nirxandin jî’, dibe ku di pakêtê de xala ku van sûcan rewa dike derkeve û got: “Di vê mijarê de ev ne pêngava ewil a dewletê ye. Em dewletê nas dikin û divê em li dijî vê amade bin. Ji bo ev pêşnûme qanûn pêk neyê ji sala borî de em gelek çalakiyan pêk tînin. Bi saya vê êdî her kes dizane ku ‘efûya ji bo îstîsmara zayendî’ çi ye. Ji ber vê bar dikeve ser milê hemû jin, rêxistinên jinan û komeleyên jinan. Me ji bo gelek biryarên li ser bedena me li ser navê me hatin dayîn got ‘em destûr nadin’ û me pêşî lê girt. Vê carê jî divê em bi biryar bin ku destûrê nedin vê pêkanîna ku şîdeta zayendî li zarokên me dike.”
 
‘Ev encama polîtîkaya AKP’ê ye’
 
Hevseroka HDP’a Kadikoyê Gul Demîr jî destnîşan kir ku ev pêşnûme encama polîtîkayên AKP’ê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Taktîkek wisa ya AKP’ê heye;Ji bo bertekên civakê bipîvin dikevin hewldaneke wisa ecêb. Dema ji civakê bertekê dibînin, weke ku şûnde gavê davêjin nîşan didin lê piştî demekê ji nû ve tînin pêşberî me. Berê der barê vê pêşnûmeyê de xebat kiribûn. Lê bi bertekên jinan şûnde vekişyabû. Em ê dîsa destûrê nedin ku ev pêşnûme bibe qanûn.”
 
‘Hewl didin sûcdaran mexdûr nîşan bidin’
 
Ji Pîrebokên Kampusê Selîna Çelîk jî got jin li gelek bajaran bi dirûşma ‘di îstîsmarkirina zarokan de efû nabe’ daketine kolanan û ev tişt daxuyand: “Li welatê me bûyerên îstîsmarê di 10 salên dawî de ji sedî 700 zêde bûye û gihiştiye 300 hezarî. Ev pêşnûme gumanbarên îstîsmarê bê ceza dihêle û her wiha teşwîqê sûc tê kirin, gumanbaran jî wek mexdûr nîşan dide. Zarok bêdeng namînin, em ê jî bêdeng nemînin. Parastina mafê wan di destê me de ye. Heta ku gumanbar neyên cezakirin û edalet pêk neyê em ê bêdeng nemînin.”
 
‘Ev qanûn wê bixwe re êrîşên berfireh jî bîne’
 
Aktîvîsta Jinên Yenî Demokrat (YDK) Sevda Erkilinç jî diyar kir ku demek berê li Tirkiyeyê li 50 bajarî zêdetir bi şîara ‘di îstîsmara zarokan de efû nabe’ çalakiyên hevdem pêk anîne û got ev pêşnûme parçeyekî cidî ya êrîşa li hember jin û zarokan e. Nîqaşên der barê rakirina peymana Stenbolê de, nepêkanîna qanûna hejmara 6284, xespkirina mafê nefeqeyê û efûya ji bo gumanbarên îstîsmarê wê gelek êrîşan jî bixwe re bîne. Divê em jin li dijî van êrîşan bibin yek.”