‘Divê her jin li dijî şîdetê têkoşînê bimeşîne’

  • 09:13 31 Çile 2020
  • Rojane
Hîkmet Tunç
 
WAN - Li Wanê bi qedexeyên çalakî û bernameyan a walîtiyê re, der barê aktîvîstên TJA’yê de gelek lêpirsîn hatin destpêkirin. Lê tevî vê xebatên xwe didomînin. Aktîvîsta TJA’yê Hatîce Akdag diyar kir ku bi OHAL’ê saziyeke ku jin serî lê bidin nemaye û got: “Tevî hemû zextan em ê ji têkoşîna xwe tawîzê nedin. Divê her jinek li dijî şîdetê têkoşîna xwe ya xweser bimeşîne.”
 
Walîtiya Wanê ji 2016’an heta niha bi qedexeyên bernameyan û bi wesayîtên zirxî û TOMA’yan bajar xistiye bin dorpêçê. Yên li dijî van pêkanînên dijhiqûqî derdikevin kolanan jî rastî lêpirsînan tên. Jinên ku li hemû Tirkiyeyê kolanan terk nakin, li Wanê jî têkoşîna xwe mezin dikin. Gelek aktîvîstên TJA’yê hatin binçavkirin û girtin. Yên nehatine girtin jî bi şerdê kontrola edlî hatin berdan.
 
‘Ez bi gelek jinên bi şîdetê rû bi rû mane hatim cem hev’
 
Ji Aktîvîstên TJA’yê Hatîce Akdag da zanîn ku 8 sale li navend, navçe û gundan li dijî şîdeta li ser jinan xebatên çalak dimeşîne û yek ji jinên ku der barê wê de gelek doz û lêpirsîn hatiye vekirine. Hatîce hefteyê du rojan diçe emniyetê û îmzeya xwe diavêje.
 
Hatîceyê bal kişand ser şîdeta li ser jinan û diyar kir ku li dijî rolên zayenda civakî biryara têkoşînê daye û wiha got: “Min di partiya siyasî û gelek platformên jinan de cih girt û bi jinên rastî şîdetê hatine re hatim cem hev. Ez jî rastî newekheviya zayendî hatim. Ewil min di malbatê de dest bi têkoşînê kir. Şîdet di malê de dest pê dike û vediguhere şîdeta mêr-dewletê.”
 
‘Jiyana wan dişibe hev’
 
Hatîceyê destnîşan kir ku dema li çîrokên jinan guhdar kiriye, dîtiye ku jiyana wan çiqas dişibe hev û got: “Em li gund û taxan bi jinan re hatin cem hev. Çîrokên wan gelek dişibiyan hev. Jinên xwe gîhandin me di alî derûnî, fîzîkî, aborî de mexduriyet jiyane. Beriya OHAL’ê saziyên ku jinan serlêdan bikirana hebûn. Komeleyên jinan, navendên jinan ên şaredariyan vekiribûn hebûn. Ji ber vê jin gelek xurt bûn. Lê wezaretê hemû mekanîzma girtin. Me têkoşîna xwe berdewam kir. Şîdet bi girtina van mekanîzmayan zêdetir bû. Tevî hemû binçavkirin, girtin û zextan me têkiliya xwe bi jinan re qut nekir. Em her tim li kolan û taxan bi jinan re ligel hev bûn.”
 
Hatîceyê di dawiya axaftina xwe de got demên dawî bi qedexeyên walîtiyê re hatine rû hev û got: “Li hemû bernameyên me lêpirsîn hat vekirin. Di çarçoveya van lêpirsînan de binçavkirin pêk hatin û di bin çavan de em rastî polîtîkayên sîxurtiyê hatin. Divê em li dijî hemû zextan dest ji têkoşîna xwe bernedin û bi hev re têbikoşin.”