'Em xeta berxwedan û têkoşînê mezin bikin'

  • 09:05 31 Çile 2020
  • Rojane
Ferîde Zada
 
ŞEHBA - Dewleta tirk êrîşê gundewarên navçeya Şêrewa û Til Rifetê kir û di encamê de zarokekî jiyana xwe ji dest da. Jinên gundê Aqîbê nerazîbûnên xwe yên li dijî şer anîn ziman û gotin: "Em ê her li hember êrîş û topên dewleta tirk a dagirker li ber xwe bidin û xeta têkoşîn û berxwedanê mezin bikin."
 
Dewleta tirk û hevkarên wê careke din êrîşî gundewarên navçeya Şêrewa ya Efrînê û bajarokê Til Rifetê kir û di encamê de zarokê bi navê Nadêr Ehmed ê 5 salî ji bajarokê Til Rifetê jiyana xwe ji dest da û zarokê bi navê Mihemed Hecî Îsa yê 8 salî jî birîndar bû. Her wiha gelek zirar gihîşt sivîl û malan. Têkildarê mijarê jinên gundê Aqîbê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Efrînê axivîn û hestên xwe anîn ziman.
 
'Dewleta tirk mala sivîlan hedef digire'
 
Zeyneb Mele li ser êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê wiha got: "Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî gundê me kir û ji saet 6'an heta nivî şevê gund topbaran kirin. Nêzî 4 hezar sivîl li gundê Aqîbê dijîn. Armanca Erdogan û çeteyên wî ew e ku em mal û milkên xwe ji wan re bihêlînin. Lê bila Erdogan baş bizanibe çiqas êrîş bike, em ê ewqas li ber xwe bidin. Erdogan çiqas malên me xera bike jî em ê mala xwe ji nû ve çêbikin û tu carî em dev ji gund û axa xwe bernadin." 
 
'Em ê xeta berxwedanê mezin bikin'
 
Fatma Cefer jî êrîşên dewleta tirk şermezar kir û wiha pê de çû: "Careke din Efrîn û Şehba bûn hedefa dewleta tirk û çeteyên wê û zarokekî jiyana xwe ji dest da. Em van êrîşan şermezar dikin û tucarî ji top û tifingên Erdogan û çeteyên wî natirsin. Erdogan dixwaze em dev ji axa xwe berdin û ji wan re bihêlînin, lê bila Erdogan jî baş bizanibe em ê her têkoşîn bikin û cihê ku dagir kiriye em ê bistînin. Em heta bijîn, em ê xeta berxwedanê mezin bikin."