'Şer dibe sedema qeyrana aborî'

  • 09:02 31 Çile 2020
  • Rojane
Xezne Celal
 
KOBANÊ - Hevseroka Muduriyeta Temwînê ya Kantona Kobanê Hêvîdar Hiso li ser kirîza aborî ya ku li herêmê tê jiyîn, wiha got: "Piştî vê kirîza aborî û ji bo rêgirtina li  ber bûhabûna alavên jiyanî, bi alîkariya desteya aborî li Kobanê me saziya peyîdakirina pêdîviyên jiyanî, vekir. Di vê saziyê de hemû pêdîviyên  jiyanî wê kêmî sûkê bên firotin. Şer dibe sedema qeyrana aborî. Em hêvî dikin ku şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe."
 
Li ser Rojhilata Navîn ambargo û êrîşeke aborî heye. Gelek dewletên herêmê yên xwedî aborîyeke mezin jî nikarin rê li ber vê krîzê bigirin. Li Sûriyeyê  her ku diçe, diravê Sûrîyeyê li hember dolar dadikeve û bandoreke neyînî li ser civakê çêdike. Kirîza aborî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî belav bûye, herêm di qonaxeke dijwar re derbas dibe. Ev yek jî ji ber êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser herêmên Bakurê Sûriyê ye. Di vê derbarê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hin biryarên girîng dan, da ku  şêniyên herêmê bi hev re kirîza aborî li herêmê çareser bikin. Muduriyeta Temwînê bi alîkariya desteya aborî li kantona Kobanê ji bo ku bi gel re bibin alîkar di 5’ê Çileya 2020’an de saziya peydakirina pêdiviyên jiyanî vekirin û nirxên amûrên di vê saziyê de ji yên sûkê kêmtir in. Têkildarî mijarê jinên Kobanê ji mere axivîn.
 
'Em bi hêvî ne ku kirîza aborî çareser bibe'
 
Jina bi navê Yazê Îsmaîl a ji kantona Kobanê li ser bihabûna amûrên jiyanê yên li herêmê axivî û wiha got: "Bûhabûna amûrên jiyanê li herêmê dibe sedema ku pirsgirêkên mezin ên aborî çêbibin. Malbat êdî nikarin pêwistiyên xwe yên rojane û debara jiyana xwe wek berê bikin. Bihabûneke bilind rojane li bazar û sûkên herêmê belav dibe. Ev yek bi xwe re êşeke dijwar tîne. Êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê sedema herî mezin a krîza aborî ye." 
 
'Ji ber bûhabûnê em zehmetiyan dikşînin'
 
Li aliyekî din jî jina bi navê Edla Mihemed destnîşan kir ku bûhabûna dolar rê li ber qeyraneke aborî vekir û wiha got: "Ji ber şer û aloziya Sûriyeyê her ku diçe rêjeya dolar li hember diravê Sûrîyeyê bilind dibe, ji ber vê yekê em zehmetiyan di debara jiyana xwe de dikşînin. Bazirganan ji ber bûhabûna dolar sûd wergiritin û bûhayê madeyên bazirganîyê zêde kirin. Em tên sûkê tenê mêze dikin, nikarin tiştekî bikirin her tişt ji berê buhatir bûye. Kesên feqîr û belangaz ji ber bihabûna dolar nikarin debara jiyana xwe  bikin. Em hêvî dikin ku qeyrana aborî û şerê li herêmê di zûtirîn demê de bi dawî bibe, da ku hemû pirsgirêkên ku derdikevin bi dawî bibin."
 
'Heta ku ji destên me tê em ê alîkariyê ji gelê xwe re pêşkêş bikin'
 
Di dawiyê de jî Hevseroka Muduryeta Temwînê ya kantona Kobanê Hêvîdar Hiso nêrîna xwe anî ziman û got: "Ji ber êrîş û gefên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakurê Sûriyeyê, em niha di pêvejoyeke hesas re derbas dibin. Şer dibe sedema qeyrana aborî. Em hêvî dikin ku şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Di encama daketina lîreyê Sûrîyeyê roj bi roj li hemberî dolar em kirîzeke aborî dijîn. Ji ber bihabûna dolar li herêmê rêjeya alavên xwarinê her ku diçe zêdetir dibe. Wek Midûriyeta Temwînê me kar û xebatên xwe domand û rojene dewriyên me sûkê kontrol dikin. Piştî gazincên gel bi alîkariya desteya aborî li Kobanê me saziyek vekir. Di vê saziyê de hemû amûrên jiyanî wê bi awayekî kêmî sûkê bên firotin. Armanca me ya bingehîn ji vekirina vê saziyê ew e ku alîkariya gel bikin, ji bo ku karibin debara jiyana xwe bikin. Heta ku ji destê me tê em ê alîkariyê ji gelê xwe re pêşkêş bikin û vê qeyrana aborî derbas bikin. Em ji bazirganan daxwaz dikin ku bi wijdan kirîn û firotinê bidin meşandin û alîkariya gel bikin."